Fotograf: AA
Ji bo nûçeya tirkî bitikîne
Duh (14 Çiriya Paşiyê) li eyaleta Hurmuzganê ku li Başurê Îranê ye bi pileya 6,4an erd hejiyaye.
Li gorî daxunîya ku Navenda Sîsmolojîyê ya Zanîngeha Tahranê belav kiriye, navenda erdhejê li navçeya Keşmê ya serbi eyaleta Hurmuzganê bûye. Li gorî seata herêmî erdhej di15.36an de pêk hatiye.
Hatiye diyarkirin ku erdhej 18 kîlometre di bin erdê de çêbûye.
Pileya erdheja duyemîn 6.3 bûye
Li piştî erdheja yekemîn ya li eyaleta Hurmuzê erdhejekî dûyemîn pêk hatiye. Pileya wê erdhejê 6,3 bûye.
Li gorî nûçeya Ajansa Anadoluyê (AA) navenda erdhejê navçeya Keşmê ya serbi Hurmuzganê buye. Erdheja li herêma Laftê li gorî saetên deverî di 15.37an de pêk hatîye.
Hatiye diyarkirin ku erdhej 10 kîlometre di bin erdê de çêbûye.
2 kes mirine û 17 kes birîndar bûne
Rayedaran destnîşan kiriye ku bandora erdhejê li bajar û dewletên cîran jî çêbûye. Her weha li gelek malan xisar pêk hatiye.
Di erdhejê de gelek stûnê ceyranê wergerîyaye û ji bo vê jî gelek herêm bê ceyran mane. Beşek zêdeyî welatiyan li derve mane û neçûne malên xwe.
Her weha Serokomar Îbrahîm Reîsî ji bo ku alîkarê wî Muhammed Mûhbîrî biçe herêma erdhejê ferman dayê.
(TP/DD/AY)
*Dara Demîralpî ev nûçe ji tirkî wergerandiye