Nûçe û Fotograf: AA
Ji bo nûçeya tirkî bitikîne
Li Haîtiyê roja Şemiyê borî bi pileya 7,2an erd hejiya bû. Di erdhejê de hejmara miriyan gihaştiye hezar û 941 kesan û hejmara brîndaran jî ji 9 hezar û 900 kesî derbas bûye.
Rayedaran aşkere kiriye ku ji ber erdhejê heta niha ji 60 hezarî zêdetir xanî rûxiyaye, 76 hezar xanî û gelek avahiyên dewletê zirar dîtiye û xebatên lêgerîn û rizgarkirinê di bin xerabeyan de didome.
Ajansa Berevaniya Sivîlan ya Haîtiyê diyar kiriye ku hejmara kesên ku di erdhejê de mirine derketiye hezar û 941î û hejmara brîndaran jî ji 9 hezar û 900 kesî derbas bûye.
Hatiye ragihandin ku di çarçoveya alikariyên navneteweyî de DYAyê ekîbên pispor yên lêgerîn û rizgarkirinê şandiye wî welatî û Meksîkayê jî 15,4 ton xurek, derman, av û hin alikariyên din şandiye.
(EMK/AY)