Ji bo nûçeya tirkî bitikîne
Li Haîtiyê roja Şemiya 14ê Tebaxê bi pileya 7,2an erdhej pêk hatibû. Hejmara kesên ji ber erdhejê mirine zêde dibe.
Ajansa Berevaniya Sivîlan ya Haîtiyê diyar kiriye ku hejmara kesên ku di erdhejê de mirine derketiye 2 hezar û 189î û hejmara brîndaran jî bûye 12 hezar û 268 kes..
Rayedaran aşkere kiriye ku ji ber erdhejê heta niha ji 60 hezarî zêdetir xanî rûxiyaye, 76 hezar xanî û gelek avahiyên dewletê zirar dîtiye û xebatên lêgerîn û rizgarkirinê di bin xerabeyan de didome.
Arîel Henry, Serokwezîrê Haîtiyê diyar kiribû ku li welêt bi dema mehekê rewşa awarte ragihandine.
(EMK/AY)