Komeleya Dîlgirtiyên Filistînê û Lijneya Karûbarên Dîlgirtiyan a Filistînê ya girêdayî Rêxistina Rizgariya Filistînê (FKO) derbarê kesên ku li Şerîeya Rojava ya dagirkirî hatine desteserkirin, daxuyanî dan.
Di daxuyaniyê da hat destnîşankirin ku ji duh bi şev û vir ve li bajarên cuda yên Şerîeya Rojava yên wek Ramallah, Nablus, Tulkerîm, El Xelîl û Tubasê 25 Filistînî hatin desteserkirin.
Her weha di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ji 7ê Çiriya Pêşiyê û vir ve li Şerîeya Rojava û Qidûsê hejmara Filistîniyên ku hatine desteserkirin, derketiye 4 hezar û 630 kesan.
Li gor daxuyaniya ku duh Wezareta Tenduristiye ya li Xezeye daye, di erişen ku ji 7e Çiriya Pêşiyê vir ve yên ji aliyê İsraile ve hat kirin de 19 hezar û 667 Filistini ku ji wan 8 hezar zarok in mirine û ji 52 hezari zedetir kes birindar bûne.
Di 24 saetên dawî de 300 êrîş hatin kirin
Di daxuyaniya nivîskî ya artêşa Îsraîlê da hat ragihandin ku di 24 saetên dawîn da li Xezeyê zêdeyî 300 cih di êrîşên esmanî, bejahî û deryayê da hatin bombekirin.
Hat îdiakirin ku cihên lê hatine bombe kirin baskê leşkerî yê Hamasê, Tûgayên Îzzeddîn el-Qassam lê bûne.
(AS/AY)