Fotograf: KAOS GL
Ji bo nûçeya tirkî / ingilîzî bitikîne
Dozeke din ya ku li beşdarên Meşa Rûmetê ya LGBTI+yan a Stenbolê ya 2021ê hatibû vekirin, îro bi encam bûye. Heyeta dadgehê biryara beraetê ji bo vê dosyayê jî daye ku ev dosyeya dawî bû ya ji bo Meşa Rûmetê ya Stenbolê hatibû vekirin. Heta niha 40 kes ji ber vê çalakiyê hatiye dadgehkirin û hemû kesan jî beraet kiriye.
Li gorî nûçeya Yildiz Tarê ya ku di Kaos GLyê de hatiye weşandin, ji bo Hefteya Rûmetê ya LGBTI+yan a Stenbolê biryar bû ku di 22yê Hezîrana 2021an de li Heybeliyê çalakiyek pêk bê, lê ev çalakî hatibû qedexekirin. Digel vê qedexeyê li Parka Maçkayê ev çalakî pêk hatibû lê polîsan êrîş biribû ser çalakvanan û ji ber vê çalakiyê jî doz li gelek beşdaran hatibû vekirin.
Doz bi îdiaya ku heqaret li polîsî kirine û "tif li ser rûyê wî kirine" hatibû vekirin. Polîsî jî qebûl kiriye ku "tif li rûyê wî nekirine.
Dadgehkirin îro li Dadgeha Asliye Cezayî ya 44an a Stenbolê pêk hat û parêzera SPoDê Îrem Yener beşdarî danişînê bûye. (EMK/FD)