Ji bo nûçeya tirkî / ingilîzî bitikîne
Di dadgehkirina 31 xebatkarên medyayê de biryar hate dayîn ku Şahîn Alpay, Alî Bûlaç, Mumtazer Turkone, Ahmet Tûran Alkan, Nûriye Akman û Mûstafa Unal nivîskarên berê yên rojnameya Zamanê jî di nava wan de bûn. Xebatkarên medyayê bi tohmeta “endamdiya Rêxistina Terorê ya Fethulahiyan/Rêxistina Dewletê ya Paralel (FETO/PDY)” dihatin dadgehkirin. Rojnameya Zamanê di encama Biryarnameya di Hukmê Qanûnê (KHK) ya hejmar 686ê de hatibû girtin.
Di dadgehkirina beriya niha de ji bo 20 kesan biryar hatibû dayîn. Îro jî ji bo 11 kesan biryar hate dayîn.
Heyeta dadgeha 13emîn Dadgeha Cezayên Giran a Stenbolê bi tohmeta “endamtiya rêxistinê”, 8 sal û 9 meh cezayê girtîgehê li Şahîn Alpay, Alî Bûlaç û Ahmet Tûran Alkanî, 9 sal li Îbrahîm Karayegenî, 10 sal û 6 meh ceza jî li Mumtazer Turkone û Mustafa Onalî birî.
Dadgehê biryara tehliyeyê ji bo Alkan û Karayegînî derxist. Her wiha biryar da ku Turkone û Unal girtî bimînin.
Dadgehê di sûcdariya “binpêkirina destûra bingehîn” de ji bo 11 gumanbaran û ji bo Îhsan Dagi, Lale Sariîbrahîmoglû, Mehmet Ozdemîr, Nûriye Ûral û Orhan Kemal Cengîz jî di hemû sûcdariyan de biryara beraetê da.
Biryarên berdewamiya girtîtiyê bi pirdengî hate dayîn.
Heyeta dadgehê ji serok Fahrettîn Duzalan, endam Kadîr Karakoç û Dr. Abdullah Ok û dozger Cem Ustundagî pêk hatibû. (TP/FD)