Vezîr Mohammad Nourtanî xelkê Afganistanê ye û li Zongûldakê di kanzaya bê ruxsat de dixebitî û termê wî bi awayê ku şewitandî hat dîtin. Sêyemîn danişîna doza kuştina Noûrtanî wê di 18ê Îlonê roja Çarşemê de pêk were .
Danişîn wî li 1emîn Dadgeha Cezayê Giran a Zonguldakê pêk were. Beriya danişînê Tora Piştevaniya Penaberên Koçber li Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Stenbolê ya Beyoglûyê civîna çapemeniyê li dar xist.
Li gorî îdianameyê, dozger ji ber sûcê 'kuştina bi qestî' derbarê 6 gumanbaran de ku 3 jê girtî ne, cezayê muebbetê dixwaze.
Metna daxuyaniya Yagmûr Yurtseverê xwend:
Koçber, ji ber şerên ku hêzên emperyalîst derdixin jîyana xwe ji dest didin. Koçber, ji ber polîtîkayên rejîmên faşist ku gelan û mafan tune dihesibînin jîyana xwe ji dest diçin. Ji xizanîyê direvin û da ku jîyanekê ava bikin dikevin rêyên pir xetere. Carinan di nav behrê de, carinan li pişta Qamyonekê, Carinan di madenan de û carinan jî di encama êrîşên nefretê yên netewperest de jîyana xwe ji dest didin.
Îro di nav vê rewşê de koçberên ku di rêyên dirêj ên koçberîyê de bi darê zorê xwe digihînin û tên Tirkîyeyê ne tenê ji alîyê hêza kar a erzan ve, ji gelek alîyan ve di bin zext û zordarîyê de dimînin. Gefên dersînorkirinê, şîdet, dijminatî û kedxwarî li hember wan pêk tê. Her wiha nayê hiştin ku ew bikaribin daxwazekê bikin û mafên xwe bixwazin. Mînakeke vê ya herî bi êş jî li Zonguldakê pêk hat. Penaberek bi navê Vezir Mohammed Nourtanî li Zonguldakê di kaneke madenê de ku bêdestûrname tê birêvebirin dixebitî. Vezîr Mohammed bêqeyd û bêewlehî li wê derê dihat xebitandin. Mohammedê ku ji Afganîstanê ye rojekê bêkeys dibe û dikeve. Di kêlîya ku ev yek pêk tê di 9ê Mijdara 2023yan de ji alîyê xwedîyên madenê ve tê kuştin û laşê wî tê şewitandin. Piştî wê jî tê xwestin ku laş bi temamî ji holê bê rakirin.
Di doza ku li 1emîn Dadgeha Cezayê Giran a Zonguldakê hat dîtin ku piştî kuştina Nourtani hat vekirin, xwediyên madenê ku Nourtanî lê dixebitî Hakan Kornoş, Enver Gîderoglu û pismamê Kornoş Ahmet Aydin hatin girtin û bi girtî tên darizandin. Karkerên madenê Sercan Kayabaş, Eray Demîro û esnafê komirê Alaattîn Çayirli ne-girtî tên darizandin. Bersûc di her du danişînên ewil de dibêjin ku wan biryara kuştina Wezîr Muhammed Nûrtanî daye û piştî ku di madenê de nexweş ket ew kuştin. Dibêjin, "Eger em wî bibin nexweşxaneyê, em ê bikevin tengasiyê." Her yekî ev tişt bi sûcdarkirina hev rave dikirin. Di dema ku doz berdewam bû, malbata Wezîr Muhammed Nûrtanî rastî gefa sirgûnê hat. Serlêdana malbatê ya ji bo parastina demkî ya navneteweyî ya li Dadgeha Îdarî ya Zonguldakê hat redkirin.
Piraniya karkerên Afgan ên ku neçar dimînin di kanên madenê yên neqanûnî de bêyî fermî û ewlehiya kar bixebitin û wekî koçberên nenas ên ku ji hêla patronan ve wekî "karkerên xerckirî" têne dîtin, di kanan de di şert û mercên giran û nemirovane de têne xebitandin. Tenduristî û ewlekariya karkeran û di encamê de di bin şert û mercên giran û nemirovane de neçar dimînin ku di kanan de bixebitin. Ji kuştina Wezîr Muhammed Nûrtanî tê fêmkirin ku ji bo patronan kuştin û şewitandina laşê koçberekî ku qezaya kar lê çêbûye hêsantir e ji rakirina nexweşxaneyê!
Em dizanin ku çarenûsa karkerên koçber û karkerên herêmî hevpar e. Li herêmên ku madenên qaçax lê hene ji aliyê gel ve gelek tişt tên zanîn. Carinan karkerên ku mirine li ber nexweşxaneyê dihêlin û direvin, carinan ji bo wekî ku ceyran pê girtîye xuya bike karkerên ku dimirin dişon û bi awayekî şil li ber stûnên elektrîkê dihêlin. Carinan tê dîtin ku karkerên ku mirine bi awayekî mirî li ser çîyayan li ber rêyan hatine avêtin. Her wiha carinan jî wan bi awayekî qaçax bin ax dikin da ku kes pê nehise. Rastîyeke Zonguldakê heye ku di madenên wê yên qaçax de dema ku karker dimirin hinekî pere didin malbatên wan û xwe ji wê berpirsîyarîyê xelas dikin. Hin madenên qaçax hene ku heqê patron heqê karkeran nadin û dema karker heqê xwe dixwazin jî gefan li karkeran dixwin, wan tehdîd dikin û li wan didin. Wekî ku di mînaka Nourtanî de ku Hakan Kornoş wî dikuje tê dîtin ku dema ku endam an jî rêveberên partîyên destihaldar in, hêza wan partîyan bi kar tînin û zext û zorê li rayedaran dikin da ku ya ku dixwazin bikin. Ev yek dem dem tên rojevê jî. Em dizanin ku Vezîr Mohammed Nourtanî tenê yek ji wan karkerên koçber e ku di madenên qaçax û neqanûnî de hat xebitandin û di dawî de hat qetilkirin. Em dizanin ku li ber çavên patronan jîyana karkeran ji cezayê pere yê ku li madenên wan ên neqanûnî tên birîn erzantir e.
3yemîn danişîna doza kujerên Nûrtanî ku ew bi kuştinê tên darizandin dê di 18ê Îlona 2024an saet 14.00an de li 1. Dadgeha Cezayê Giran a Zonguldakê bê dîtin. Wekî Tora Hevgirtina Koçber û Penaberan, em dozê dişopînin da ku dadmendiyê ji bo karkerên koçber daxwaz bikin, da ku hemû sûcdarên kuştinê cezayên herî giran werbigirin. Em bang li hemû raya giştî dikin ku doza karkerên koçber ên ku cezayê darvekirinê li wan hatiye birîn bişopînin.
(ADÇ/EMK/AY)