Fotograf: Abdurrahman Gök
Ji bo nûçeya tirkî bitikîne
Di doza kuştina Kemal Kûrkûtî de du polîsan îfade dane. Polîsan di Newroza 2017ê de li Amedê gule bera Kûrkûtî dabûn û ew kuştibûn.
Polîs Y.Ş. li Dadgeha 7an a Cezayê Giran a Amedê ji ber sûcê kuştina bi zanebûn dihate dadgehkirin. Lê di encama dadgehkirinê de wî beraet kiribû. Daîreya 1ê ya Cezayan a Dadgeha Edliyeyê ya Amedê ev biryar pesend nekiribû û doz ji nû ve vebûbû.
Li gorî nûçeya Ajansa Mezopotamyayê, li dadgehê du polîsan şahidî kiriye û îro îfadeya wan hatiye wergirtin.
Polîsekî gotiye "perend" yê din gotiye "kêr"
Midûrê polîsan ê bi navê K.S. yê ku li gorî îdiayê roja kuştina Kemal Kûrkûtî li qada Newrozê bûye, ji ber li Konyayê wezîfedar e, li Dadgeha 1ê ya Cezayê Giran a Konyayê, Midûrê Beşa Asayişê yê Balikesîrê E.T. jî li Dadgeha 1ê ya Cezayê Giran a Balikesîrê beşdarî dadgehkirinê bûne.
E.T.yî îdia kiriye û gotiye, di destê Kûrkûtî de perendek hebû û serê wê biqews bû, kurt bû, serê wê fireh bû û ber bi destik ve teng dibû ku ew jî cûreyek ji şûran e. Polîsê bi navê K.S. jî gotiye ku di destê Kemal Kûrkûtî de kêrek hebû.
Bixwîne - Dadgehê daxwaza girtina polîsê ku Kemal Kûrkûtî kuştiye qebûl nekiriye
Bixwîne - Dadgeha Îstinafê: Kuştin "di çarçoveya qanûnî de" bûye
"Min dît ku gule bera jor didan"
E.T.yî gotiye ku di dema bûyerê de wî li Amedê weke komîser kar dikir û piştî anons hatiye kirin, kesekî cilê xwe yê li jor ji xwe kiriye, hatiye:
"Kesekî ku cilên li ser wî nebûn û perend di desta te bû, ber bi barîkata me ve hat. Vî kesî perenda di destê xwe de li ba didea û digot, 'Ez ê Amedê bişewitînim, ez ê we hemûyan bikujim'. Me xwest ku em wî aram bikin, heta hevalekî min ê polîs ber bi wî ve çû û bi copa di destê xwe de li destê wî yê ku kêr tê de ye xist lê wî kesî perend ber bi hevalê me yê polîs ve ba da û polîsî xwe bi zehmetî jê filitand. Min bi xwe bûyer dît.
"Paşê vî kesî barîkateke din derbas kir û bi pêş ve çû, ji bo ku wî bidin sekinandin hin hevalên me yên polîs gule ber jor dan. Me ew hişyar kirin da ku guleyan bernedin û paşê ew kesê perend di desta de bû, kete xwarê.
"Min dît ku polîsên li vê qadê bi tenê ji bo wî kesî hişyar bikin, ber bi jor ve gule bera dan, min nedît ku polîsan gule bera ser wî yan jî erdê dane. Ji ber ku gelek polîs hebûn, nayê bîra min kîjan polîsî çek berdaye, Y.Ş.yê ku we ji min pirsî jî, min nedît ku wê rojê çek berdaye yan na."
Cara pêşiyê behsa "perendê" nekiribû
E.T. piştî kuştina Kûrkûtî îfade dabû Lijneya Dîsîplînê ya Walîtiya Amedê û behs nekiribû ku "Kûrkûtî perenda di destê xwe de ber bi polîsekî ve ba daye". Dema ev pirs li E.T.yî hatiye kirin, wî gotiye, "Dibe ku min di wê raporê de ev negotibe lê ji ber ku min ew tişt bi xwe dît, ez vî tiştî dibêjim."
Polîs K.S.yî jî gotiye ku di destê Kûrkûtî de kêr hebû û wî ferman daye polîsan ku ew guleyan bernedin.
Çi bibû?Kemal Kurkut ê 23 salî û ji Adiyamanê xwendekarê Beşa Muzîkê ya Fakulteya Huneran a Zanîngeha Înonuyê bû. Di 21ê Adarê de di dema Newroza Amedê de di xala kontrolê de ya polîsan a li ser Kolana Evrim Alataş a li nêzîkî Park a Newrozê rastî gulebarana polîsan hat. Heta ku rakirin nexweşxaneyê Kurkut mir. Walîtiya Amedê diyar kir ku di destê Kurkut de kêr hebû û “gumana xwekujiyê li ser wî hebû” û herwiha derbarê bûyerê de lêpirsîn dane destpêkirin. Bixwîne - Di lêpirsîna kuştina Kemal Kurkut de biryara veşarîtiyê hat standin Paşê dihaberê hin fotograf bi raya giştî re parve kir ku di dema bûyerê de hatibûn kişandin. Di van fotografan de tê dîtin ku di destê Kurkut de kêr heye û jora laşê wî bê cil e. Kurkut ê ku bi polîsan re nîqaşan dike dest bi bazdanê dike û polîs guleyan bera hewayê dide. dihaberê nivîsand ku fermandarekî polîsan gotiye “gule bernedin” lê digel vê jî gule bera Kurkut hatiye dayin. Walî Amedê Huseyîn Aksoy ji bo lêpirsîna kuştinê de got ku zanyariyên polîsan û dîmen tiştên cuda dibêjin û hewce bike ew ê biryarên weke jikardûrxistinê jî bistînin. Paşê du polîs ji hêla Walîtiyê ve jikar hatin dûrxistin û li ser daxwaza dozgeriyê biryara qedexeya weşanê hat standin. |
(AS/FD)