Fotograf: HDP
Ji bo nûçeya tirkî / ingilîzî bitikîne
Dadgehkirina siyasetmedarên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ya di Doza Kobaniyê de îro li Edliyeya Girtîgeha Sîncanê, li 22yem Dadgeha Cezayê Giran a Enqereyê dewam dike.
Dadgehê bi şertê kontrola edlî û qedexeya derketina derveyî welat, biryara tehliyekirina Ayhan Bîlgen, Berfîn Ozgu Kose, Can Memîş û Cîhan Erdal daye.
3em danişîna dozê sibê wê dewam bike.
28 jê girtî, 6 jê bi biryara kontrola edlî serbestbûyî 108 kes di vê dozê de tên dadgehkirin. Derbarê 75 kesan de jî biryara zeftkirinê heye.
Ji bo her siyasetmedarekî 38 caran cezayê miebeta girankirî tê xwestin.
Hevserokên Giştî yên berê yên HDPê Fîgen Yuksekdag û Selahattîn Demîrtaş, Hevşaredara berê ya Amedê Gultan Kişanak, Hevseroka Giştî ya berê ya DBPê Emîne Ayna, Endamê Lijneya Bilind a Radyo û Televîzyonê (RTUK) yê HDP’ê Alî Urkut, Endamê Komîsyona Têkiliyên Derve ya HDPê Nazmî Gur, Hevşaredarê Qersê Ayhan Bîlgen, Parlamentera berê ya HDP’ê Gulser Yildirim, endamên berê yên Lîjneya Birêveberina Navendî ya HDPê Zeynep Olbecî, Cîhan Erdal, Can Memîş, Meryem Adibellî ji girtîgehên kul ê girtî ne û Endamê Heyeta Îmraliyê Sirri Sureyya Onder jî ji Stenbolê bi SEGBÎSê tevlî danişînê bûne.
Ahmet Turk, Altan Tan û Gulfer Akkaya ku sedem nîşan dan û tevlî danişînê nebûne.
Siyasetmedar Ayla Akat Ata, Hevseroka Giştî ya berê ya DBPê Sebahat Tuncel, Berdevkê berê yê HDPê Gunay Kubîlay, parlamenterên berê Beyza Ustun û Îbrahîm Bînîcî, Endamê MYKa HDPê Alp Atinors, hejmaryarê berê yê HDPê Zekî Çelîk, endamên berê yên MYKa HDP’ê Pervîn Odûncû, Ayşe Yagci, Bîrcan Yorûlmaz, Berfîn Ozgul Kose, Meryem Adibellî, Bulent Parmaksiz, Îsmaîl Şengul, Dîlek Yagli û Sîbel Akdenîz jî li danişînê amade bûne.
Piştî tespîtkirina nasnameyan danişînê bi parastina Alî Urkut dest pê kiriye. Urkut, destnîşan kiriye ku ji ber Doza Kobaniyê berfireh e ne pêkane ku di demeke kurt de parastin bê amadekirin û ji bo parastinê daxwaza dema zêde kiriye.
Îdianame li gorî nûçeyên ANFê amade kirine
Parêzerê Urkut, Cîhan Aydin mafê axaftinê girtiye û gotiye: “Gelek aliyên trajikomik ên doznameya ku derbarê Alî Urkutî de hatiye amadekirin hene. Hin nûçeyên ku ji sala 2011an ve ji ANF(Ajansa Nûçeyên Firatê) hatine girtin hene. Weke ku diyar e dozname ne ji aliyê Serdozgeriya Komarê ve ji aliyê ANFê ve hatiye amadekirin. Çima ev angaşt heta sala 2021’an hatine sekinandin. Alî Urkut weke Endamê PMa HDPê nîşan dane lê ji ber tweeteke MYKa HDPê sûcdarî heye. Em dixwazin vana biaxivin. Her carê bi bêdengkirina me vana asteng nekin. Em nafikirin ku li vê eywanê darizandin tê kirin. Weke ku em dizanin ev dozname ji aliyê kî ve hatiye amadekirin.”
‘Ti delîlek di îdianameyê de nîne’
Di danişînê de Can Memîş, Endamê Desteya Rêveberiya Navendî(MYK) ya HDPê yê berê parastina xwe kiriye û gotiye, “Tu delîlek di îdianameyê de nîne. Em bi îdianameyek pûç re rûbirû ne. Ez niyetek baş a şandeya dadgehê nabînim. Ev îdianame ji aliyê meqamek ve hatiye amadekirin û ev meqam bi objektîfî tevnegeriyaye. Bûyer di 2014an de qewimîn, çima ewqas sal sekinînin. Derbarê min de tu îfade nîne. Heke tu muxalîf bî te terorîst îlan dikin. Ji bo rewabûna xwe her kesê muxalîf dikin terorîst. Dozger, çalakiya rûniştinê ya Hêzên Ked û Demokrasiyê ya li Eskîşehîrê wek delîl li dosyeya min bicih kiriye. Her îdiayek di îdianameyê de bêbingeh in. Ez di çarçoveya biryar û mafên ku DMME û AYM daye nasîn beraeta xwe dixwazim.”
‘Ev ne îdianame ye nûçeyên ANFê ne’
Fîkret Îlkîz, Parêzerê Memîş gotiye: “Ez destpêkê de dixwazim miwekîlê min were tahliyekirin. We ev îdianameya aniye pêşiya me, Lê ev ne îdianame ye. Ez di wê baweriyê de me ku tu zimanê vê îdianameyê nîne. We wek dadgehê ev îdianameya qebûl kir. Lê em nizanin em bi çi tên sûcdarkirin. Ev îdianameya ANFê ye. Îdianameyê ji nûçeyên ANFê amade kirine. Heke wisa be hûn di nava 3 hezar û 530 rûpelî de çi dibêjin. Heke zimanê îdianameyê ne tu ziman be û bersûc nizanibin bi çi tên sûcdarkirin, ev pir eşkere li dijî mafê darizandina edilane ye. Em neçarin ku bizanibin ku bi çi tên sûcdarkirin.”
Parêzer Sezîn Ûçar bertek nîşanî serokê dadgehê daye û destnîşan kiriye ku hin kesên gilîkar yên di doza Kobaniyê de, agahiya wan ji gilîkirinê nîne û gotiye: “Kesên ku navên wan di dosyeyê de ne li me geriyan û ev pirs kirin, ‘Çi karê min bi vê dosyê heye? Kesên ku tu sedemek nîne bibe gilîkar, kirine gilîkar û agahiya wan jî pê nîne.”
Doza KobaniyêSerdozgeriya Komarî ya Enqereyê di lêpirsîna derbarê çalakiyên Kobaniyê de biryara desteserkirina 82 kesan dabû. Akademîsyen Cîhan Erdal, Prof. Dr. Beyza Ustun û Can Memîş di 25ê Îlona 2020an de polîsan ew desteser kiribûn. Cîhan Erdal û endamên berê yên Lijneya Rêveberiya Navendî yên HDPyê jî di nav de tevlî 17 kesan di 2yê Çiriya Pêşiyê ya 2020an de girtibûn. Buroya Lêpirsînên Sûcên Terorê ya Serdozgeriya Komarî ya Enqereyê ji bo 108 kesan îdianame amade kiribû û Dadgeha Cezayê Giran a Enqereyê ya 22yan ev îdianame qebûl kiribû. Di îdianameyê de dozgerî 22 jê girtî, 6 jê bi şertê kontrola edlî serbest, ji bo her yek ji 108 kesan 38 caran cezayê miebeta girankirî xwestiye. Biryara zeftkirina 75 kesan dabû. Selahattîn Demîrtaş, Hevserokê Giştî yê kevn yê HDPyê jî di nava wan kesan de ye ku dozgerî ceza jê re dixwaze. Daîreya Bilind a Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME) di 22yê Kanûna Pêşiyê ya 2020an de ji bo Demîrtaşî biryarek dabû û gotibû ku “divê demildest tehliye bikin”. Piştî wê bi heşt rojan, di 30ê Kanûna Pêşiyê ya 2020an de îdianameya navborî amade bûbû. Siyasetmedar hatine tohmetkirin108 kes weke berpirsiyarê wan bûyeran nîşan dane ku di dema navborî de bûne. Ew tohmet wiha ne: Dozgeriyê xwestiye ku bi tohmeta “têkbirina yekîtiya dewletê û hevgirtina welêt” her yek ji wan carekê, bi tohmeta “kuştina mirovan” her yer 37 caran, bi tohmeta “hewldana kuştina mirovan” her yek 31 caran, bi tohmeta “talankirinê” her yek 24 caran, bi tohmeta “destdanîna ser” her yek 38 caran, “hewldana destdanîna ser” her yek hezar û 750 caran, bi tohmeta “bi şewitandinê ziyandana malî” her yek 397 caran, bi tohmeta “ziyandana mal û milkên dewletê” her yek hezar û 60 caran, bi tohmeta “bi şewitandinê ziyandana malê dewletê” her yek 503 caran, bi tohmeta “binpêkirina parêzbendiya kargehan” her yek 53 caran, bi tohmeta “binpêkirina parêzbendiya kargehan a bi şev” her yek 294 caran, bi tohmeta “diziya aşkere ya bi şev” her yek 26 caran, bi tohmeta “diziya aşkere” her yek 20 caran, bi tohmeta “diziyê” her yek 114 caran, bi tohmeta “diziya bi şev” her yek 272 caran, bi tohmeta “birîndarkirina sivik” her yek 5 caran, bi tohmeta “birîndarkirina sivik a bi çekan” her yek 43 caran, bi tohmeta “birîndarkirina sivik a karmendê dewletê a bi çekan” her yek 264 caran, bi tohmeta “birîndarkirina sivik a karmendê dewletê a bi zanebûn” her yek 7 caran, bi tohmeta “birîndarkirina bi çekan a bi zanebûn di encama şikandina hestiyî de” her yek carekê, “birîndarkirina bi çekan a bi zanebûn a karmendê dewletê ya di encama şikandina hestiyî de” her yek carekê, bi tohmeta “birîndarkirina bi çekan a bi zanebûn” her yek 78 caran, bi tohmeta “birîndarkirina bi çekan a karmendê dewletê” her yek 51 caran, bi tohmeta “binpêkirina azadiya karî û karkirinê” her yek 3 caran, bi tohmeta “ziyandana îbadetxaneyan” her yek 4 caran, bi tohmeta “bûye sedema jiberçûnê” her yek carek, bi tohmeta “şewitandina alayê” her yek 24 caran, bi tohmeta “mixalefeta li dijî yasaya hejmar 5816ê” her yek 25 caran û bi tohmeta “tehrîkirina sûcî” her yek 25 caran werin cezakirin. Kesên tên dadgehkirinFigen Yüksekdağ, Sebahat Tuncel, Selahattin Demirtaş, Selma Irmak, Sırrı Süreyya Önder, Gülfer Akkaya, Gülser Yıldırım, Gültan Kışanak, Ahmet Türk, Ali Ürküt, Alp Altınörs, Altan Tan, Ayhan Bilgen, Nazmi Gür, Ayla Akat Ata, Aysel Tuğluk, İbrahim Binici, Ayşe Yağcı, Nezir Çakan, Pervin Oduncu, Meryem Adıbelli, Mesut Bağcık, Bircan Yorulmaz, Bülent Barmaksız, Can Memiş, Cihan Erdal, Berfin Özgü Köse, Günay Kubilay, Dilek Yağlı, Emine Ayna, Emine Beyza Üstün, Mehmet Hatip Dicle, Ertuğrul Kürkçü, Yurdusev Özsökmenler, Arife Köse, Ayfer Kordu, Aynur Aşan, Ayşe Tonğuç, Azime Yılmaz, Bayram Yılmaz, Bergüzar Dumlu, Cemil Bayık, Ceylan Bağrıyanık, Cihan Ekin, Demir Çelik, Duran Kalkan, Elif Yıldırım, Emine Tekas, Emine Temel, Emrullah Cin, Engin Karaaslan, Enver Güngör, Ercan Arslan, Fatma Şenpınar, Fehman Hüseyin, Ferhat Aksu, Filis Arslan, Filiz Duman, Gönül Tepe, Gülseren Törün, Gülten Alataş, Gülüşan Eksen, Gülüzar Tural, Güzel İmecik, Hacire Ateş, Hatice Altınışık, Hülya Oran, İsmail Özden, İsmail Şengül, Kamuran Yüksek, Layika Gültekin, Leyla Söğüt Aydeniz, Mahmut Dora, Mazhar Öztürk, Mazlum Tekdağ, Abdulselam Demirkıran, Mehmet Taş, Mehmet Tören, Menafi Bayazit, Mızgın Arı, Murat Karayılan, Mustafa Karasu, Muzaffer Ayata, Nazlı Taşpınar, Neşe Baltaş, Nihal Ay, Nuriye Kesbir, Remzi Kartal, Rıza Altun, Ruken Karagöz, Sabiha Onar, Sabri Ok, Salih Akdoğan, Salih Müslüm Muhammed, Salman Kurtulan, Sara Aktaş, Sibel Akdeniz, Şenay Oruç, Ünal Ahmet Çelen, Yahya Figan, Yasemin Becerekli, Yusuf Koyuncu, Yüksel Baran, Zeki Çelik, Zeynep Karaman, Zeynep Ölbeci, Zübeyir Aydar. |
(AS/AY)