Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME) duh (27ê Îlonê) li Strasboûrgê doza herî mezin a îklîmê nîqaş kir. Heta niha li Strasboûrgê doza herî mezin a îklîmê ye ku li dadgehê bûye mijar.
6 ciwanên Portekîzî ji ber bêhelwestiya welatan a li hemberî krîza îklîmê, Norwêc, Rûsya, Swîsre, Tirkiye û Îngilîstan û welatên endamên Yekitiya Ewropayê jî di nav de li 32 hukumetan doz vekiribûn.
Li gorî Tevna Ragihandinê ya Îklîmê ya Kurewî, aktivîstên ciwan ên îklîmê îdia dikin ku welatên navborî mafên mirovan binpê dikin ji ber ku bi lez û bez emîsyonên xwe kêm nakin.
Parastina Tirkiyeyê
Di danişînê de zêdetirî 80 parêzerên ji welatên ku doz li wan hatine vekirin amade bûn. Ciwanên ku doz vekirine jî tenê bi 6 parêzeran hatin temsîlkirin. Bi armanca piştgiriyê ji çar aliyê Ewropayê aktîvîst hatine û roja danişînê heta dadgehê bi aktîvîstên doz vekirine re çûne.
Lêkolînera Polîtîkayê ya London School of Economicsê ya Enstîtuya Grantham, Kate Highamê got, "Doza ku ji hêla şeş ciwanên Portekîzî ve li dijî 32 hukûmetan hatî vekirin, dibe ku bibe xala veguherînê ji bo dozên îklîmê."
Di dozê de li ser navê Tirkiyeyê Serokê Daîreya Mafên Mirovan a Wezareta Dadê Dr. Haci Alî Açikgul amade bû. Açikgul diyar kir ku di Sibata 2021an de dema doz hat vekirin, Tirkiye hê nebûbû piştgirê Peymana Parîsê û anî ziman ku Tirkiye xwedî sekneke taybet e. Lêbelê doz li ser îdiaya ku hukumetan mafên mirovan binpê kiriye pêk te û ji ber ku Tirkiye ji sala 1950î û vir ve di Peymana Mafên Mirovan a Ewropayê de cih digire, tê darizandin.
Di encama dozê de, dibe ku dadgeh fermanê bide hukûmetan daku çalakiyên îklîmê zêde û xurt bikin. Tê çaverêkirin ku biryar di sala 2024an de bê aşkerekirin.(TY/AY)