Yusuf Ziya G. keça xwe ya bi navê H.K.G. ya şeş salî di sala 2002an de bi mera mela bi darê zorê bi Kadîr I. re dabû zewicandin. Gumuşel damezrînerê Weqfa Hîranûrê ye û weqif serbi Cemaeta Ismaîlaxa ye. 7emîn danişîna dozê li 2emîn Dadgeha Cezayê Giran a Anadolûyê pêk hat.
Ji ber biryara nepeniyê danişîn ji çapemeniyê re girtî pêk hat. Her weha di danişîna îro de dadgehê biryara xwe aşkere kir.
Di danişînê de dozger xwest ku bersûc wer in cezakirin.
Danişînê 4 saet dewam kir û di dawiyê de heyeta dadgehê biryara xwe aşkere kir. Heyeta dadgehê bi tohmeta ku “îstismara zayendî ya bi bandor bi awayekî li ser hev li zarokê kirine” 20 sal cezayê girtîgehê li bavê H.K.G.yê Yûsûf Ziya G, 16 sal û 8 meh li dayikê wê Fatma G.yê û 30 sal jî li Kadîr Î. birî. H.K.G. bi darê zorê bi Kadîr Î.re dabûn “zewicandin”.
Piştî biryarê dadgehê derbarê Fatma G.yê de biryara zeftkirinê da.
Daxwaza bersûcên girtî ya berdanê nehat pejirandin û biryara girtîmayîna wan hat dayîn.
Çi bûbû ?
Rojnamegerê BirGün, Rojnameger Tîmur Soykan, di nivîsa xwe ya bi sernavê "Cîhana tarî zarokek daqurtand: Di tariya terîqetê de hê 6 salî ye..." de di 3ê Kanûna Pêşîyê de Yusuf Ziya Gumuşel keça xwe ya bi navê H.K.G. ya şeş salî di sala 2002an de bi mera mela daye zewicandin. Gumuşel damezrînerê Weqfa Hîranûrê ye û weqif serbi Cemaeta Ismaîlaxa ye.
Her weha Soykanî di nivîsa xwe de destnîşan kiriye ku zarok di tevahiya piçûkatiya xwe de îstismara zayendî lê hatiye kirin. Tiştên ku qewimîye bi gilî kirina H.K.G.yê derketine holê.
Parêzerê H.K.G.yê bi daxwaza girtina Kadîr I. û Yûsûf Ziya G. serî li dadgehê dabû.
(RT/AY)