Ji bo nûçeya Tirkî / Îngîlîzî bitikîne
Aktîvîsta LGBTI û Serokê Komeleya Kirmizi Şemsiyeyê Kemal Ornek rastî êrişa cinsî hatibû.
Ji 3 êrişkaran 2 bi hinceta dizîkirin, gefxwarin, heqaretkirin, mudazelekirina huriyeta kesê ve heta 5 salan cezayê hepiskirinê û cezayê peredayînê ve hatin mehkûmkirin. Yek ji wan êrişkaran jî ligel hincetên din ji ber êrişkarina cinsî jî hat mehkûmkirin û cezayê hepiskirinê heta 20 salan lê hat dayîn.
Wî kesê ku ji ber sûcê êrişa cinsî hat mehkûmkirin, piştî rûniştina dozê birine girtîgehê.
Parêzer Deniz Aksoy derbarê mijarê de ji bianet’ê re axivî û got: “Cara yekem e ku ji bo sûcêke wiha ev qas keza tê dayîn. Mexdûr kedkara seksê ye û eger em vê nasnameya wê esas hildin, ev cezayê hanê ji bo êrişên cinsî yên din re jî wê bibe emsal.”
Çi bûbû?
Aktîvîsta LGBTI û Serokê Komeleya Kirmizi Şemsiyeyê Kemal Ornek di 5ê Tîrmeha 2015an de li Enqereyê mala xwe rastî êrişa cinsî hatibû. Polîsê ku çûbû cihê bûyerê gotibû “Ev qewmê Lûtê hêj xelas nebûye.” Wan êrişkaran jî ji wî polîsê re gotine: “Em kesên mêr in. Hûn ji halê me dizanin.” Li ser vê yekê polîsan êrişkaran serbest berdane.
Dadkirina wan her sê êrişkaran di 27ê Cotmeha 2015an de bi hinceta êrişkirana cinsî, birîndarkirina bi qestî, dizîkirin, gefxwarin ve li 1. Dadgeha Cezayê Giran ya Enqereyê destpê kir.
Ordek derbarê wan polîsan de jî gilîname dabû lê ti encam jê derneket.
(ÇT/YO)