3emîn danişîna doza ku derbarê 23 endamên Komeleya Hevkarî û Piştgiriyê ya Alimên Olî(DÎAYDER) de hatibû vekirin li 14emîn Dadgeha Cezayê Giran a Stenbolê pêk hat.
Endamên DÎAYDERê ji bo ku xutbe û waezên xwe bi kurdî dikin, bi tohmeta ku "endamên rêxistina terorê ne" û "propagandaya terore kirine" tên darizandin.
Li gorî nûçeya MAyê, 10 endamên komeleyê yên ku bi awayê negirtî tên darizandin û parêzerên wan beşdarî danişîna îro bûn.
Parêzerên ku mafê axivîne girtin, xwestin tedbîra kontrola edlî ya li ser miwekîlên wan bê rakirin. Dadgehê daxwaza parêzeran nepejiran.
Dozgerê ku bi awayê demkî ji bo danişînê hatiye wezîfedarkirin, xwest ku dosya ji nû ve ji Serdozgeriya Komarî re bê şandin ku derbarê esasê de nêrîna xwe amade bike.
Dadgehê daxwaza dozger pejirand û ji bo amadekirina nêrînê danişîn taloqî 29ê Çiriya Paşiyê kir.
(AS/AY)