Bi sedema xutbe û weazên bi kurdî, serok, rêveber û endamên Komeleya Piştgirî û Piştevaniyê ya Alimên Olî (DÎAYDER) jî di nav de derheqê 22 kesan de bi îdiayên “Endamtiya rêxistinê” û “Propagandaya rêxistinê” doz hatibû vekirin.
17’emîn danişîna dozê li 14emîn Dadgeha Cezayên Giran a Edliyeya Stenbolê di roja duyemîn de hate lidarxistin.
Hin kesên tên darizandin û parêzerên wan tev li danişînê bûn.
Piştî parastinên yên dihatin darizandin û parêzeran, şandeya dadgehê biryara xwe eşkere kir. Dadgehê diyar kir ku doza kesek jiyana xwe ji dest daye hatiye betalkirin. Dadgehê der barê 6 kesan de biryara beraetê da. Der barê 9 kesan de bi îdiaya "endamtiya rêxistinê" ceza kêm kir û li her yekê 6 sal û 3 cezayê girtîgehê birî.
Serokê komeleyê mele Ekrem Baran jî di nav de der barê 3 kesan de bi îdiaya "endamtiya rêxistinê" li her yekê 7 sal û 6 meh ceza birî, der barê 4 kesan de bi îdiaya "alîkariya rêxistinê kirine" li her yekê 2 sal û mehek cezayê girtîgehê birî.
Bi çi tên tohmetkirin?
Îdianameya ku ji bo DIAYDERê amade kirine, 35 rûpel in û tê de îdia kirine ku komele li gorî daxwazên sîstema KCKYê ava bûye û kar dike.
Rapirsiya derbarê pirsgirêka kurdan a di malpera komeleyê, daxuyaniyên ku ji sala 2013an û heta niha dane çapemeniyê û çalakiyên ku endamên wê beşdar bûne, weke tawan li wan dikin.
Hatiye îdiakirin ku komele, kartên alîkariyê yên dem û dezgehên dewletê dane wan, bi awayekî birêkûpêk dane endamên rêxistinê.
Her weha hatiye diyarkirin ku ji bo Mehmet I. yek ji bersûcên navê wî di îdianameyê de derbas dibe, li IBByê dest bi kar bike, rêveberiya DIAYDERê bûne referans û tevlî wî hin kesên din bi pêşkêşiya komeleyê ketine kar.