Ji bo nûçeya Tirkî bitikîne
Îro di rûniştina biryardayînê ya doza ku ji bo sekinandina kanweriya li Cerattepe Zozanê Kafkasorê de parêzeran daxwaza redkirina dadwerê kîrîn û piştre salona dadgehê terk kirin.
Doza Cerattepeyê bi daxwaza 751 kesan ve hatiye vekirin û di vê warî de doza xwezayî ya herî mezin e.
Beriya pêkhatina rûniştina dozê, walîtiyên Rize û Artvinê hemû çalakî, mitîng û daxuyanîdayînan qedexe kirin.
Kesên ku îro ji bo şopandina dozê hatin Dadgeha Rizeyê gelek caran hatin rawestandin û wesayît û ser wan htin kontrolkirin. Di ketina bajêr de polêsên çevîk û TOMA tên rawestandin. Destûr nedan hemû kesan ku biçin bajêr. Parlementerên CHPê Ugur Bayrak Tutan, Mahmut Tanal û Zeynep Altiok jî beşdarê rûniştina dozê bûn.
Parêzeran ji ber ku destûr nedan wesayît têkevin Rizeyê û qedexekirinên îlankirî daxwaz kirin ku rûniştina dozê were taloqkirin. Dadgehê vê daxwazê red kir.
“Bi derxistina kanê dixwazin bajêr tinê bikin”
Parêzerê Komeleya Yeşil Artvinê Bedrettin Kalin derbarê xweza û ekolojiya Artvinê de agahî da dadgehê û wiha got:
“Em ji bo jiyanê têdikoşin. Li ser hemû çemên me HES û baraj hatin çêkirin. Bi derxistina kanê dixwazin bajêr tinê bikin.
“Di serdema îhalekirina kanweriyê de gelek karên bêqnûn hatine kirin. Me ji bo betalkirina rûhsat û îhaleyê dozan vekirin lêbelê hatin redkirin.
“Di sala 2015an de 3 kesên zanyar ku ji hêla Zanîngeha Karadeniz Teknikê ve hatibûn wezîfedarkirin, di rapora xwe de gotin ku li Cerattepeyê derxistina kanê wê ti feyde nede gel.
“Di wan raporan de tê gotin % 2ê karê ji derxisina kanê wê bigihêje dewletê û bihayê wî jî 42 milyon TL ye. Em wekê gelê Artvînê amadene ku vê pereyê bidin dewletê. Lêbelê armanca dewletê ne % 2ê karê ye. Derdê dewletê ew e ku %95ên karê li alîgirên xwe parve bike.”
Daxwaza redkirina dadwerê
Parêzeran daxwaza redkirina dadwerê dozê kirin.
Parêzerê dozê Kalin got: “Ew dadwerên ku beriya niha ji bo Cerattepeyê biryara erênî dabûn ji wezîfeyê hatin avêtin. Em sedema vê yekê dizanin. Em pê bawerin ku dadgehê bêalîbûna xwe ji dest xistiye û ji bo vê yekê em heyeta we red dikin.”
Parêzerên ku daxwaza redkirina dadwerê dozê kirin, salona dadgehê jî terk kirin.
(NV/YO)