Ji bo nûçeya tirkî bitikîne
Di doza Buyukadayê de 4 mafparêzan careke din beraet kiriye ku piştî Dadgeha Bilind biryar betal kiribû, careke din dihatin dadgehkirin.
11 mafparêz ji ber “sûcê terorê” hatibûn desteserkirin û hatibûn dadgehkirin.
Piştî ku Dadgeha Bilind biryar betal kiribû, Îdîl Eser, Ozlem Dalkiran, Taner Kiliç û Gunal Kûrşûn careke din dihatin dadgehkirin.
Danişîna duyem a dadgehkirinê îro li Dadgeha 35an a Cezayê Giran a Stenbolê pêk hatiye. Îdîl eser û Ozlem Dalkiran beşdarî danişînê nebûne.
Dozgerê danişînê nêrîna xwe ya esasî aşkere kiriye û gotiye ku ji ber ti delîl li dijî Gunal Kûrşûn, Îdîl Eser û Ozlem Dalkiranê neketine dosyayê, bila beraet bikin.
Lê îdia kiriye ku Serokê Rûmetê yê Rêxistina Efûyê ya Navnetewî Taner Kiliçî ketiye sepana ByLockê û divê ji ber “endamtiya rêxistinê” bê cezakirin.
Kiliç li dijî vê îdiayê derketiye û gotiye, çar pisporên taybet rapor amade kirine û diyar kirine ku ev îdia ne rast in.
Gunal Kûrşûnî jî destnîşan kiriye ku “karên wî mafparêzi ye” û xwestiye beraet bike.
Heyeta dadgehê biryara xwe aşkere kiriye û biryara beraetê daye ji bo Îdîl Eser, Ozlem Dalkiran, Taner Kiliç û Gunal Kûrşûnî.
Çi bûbû?
Îdîl Eser (Dîrektora Tirkiyeyê ya Rêxistina Navneteweyî ya Bexişînê), Îlknûr Ustun (Koalîsyona jinan), Nalan Erkem (Komeleya Hemwelatiyê ya Helsîkniyê), Ozlem Dalkiran (Komeleya Hemwelatiyê ya Helsîkniyê), Gunal Kûrşûn (Komeleya Rojeva Mafên Mirovan), Velî Acû (Komeleya Rojeva Mafên Mirovan), Nejat Taştan (Komeleya Şopandinê ya Mafên Wekhev), Şeyhmûs Ozbeklî (Înîsiyatîfa Mafan), Ali Garawi (Welatiyê Swêdê, dersdêrê mafên mirovan), Peter Steudtner (Welatiyê Almanyayê, dersdêrê mafên mirovan) li Buyukada a Stenbolê, 5ê Tîrmehê dema ku ji bo perwerdeya ewlehiya dîjîtal kom bûbûn hatibûn desteserkirin. 18yê Tîrmehê ya 2017yê hatibûn girtin.
Di 21yê Tîrmehê de dozger, li hemberî serbestberdana 4 mafparêzan derket û derbarê wan de biryara berdestkirinê hat standin. Ustun û Erkem a ku 23yê Tîrmehê li malên xwe hatin desteserkirin, hatin girtin.
25ê Tîrmehê Nejat Taştan û Şeyhmûs Ozbeklî bi şertê kontrola edlî û qedexeya derketina derve serbest man.
Serokê Lijneya Birêveberiyê ya Şaxê Tirkiyeyê ya Rêxistina Efûyê ya Navnetewî Taner Kiliç ê di Hezîrana 2017yê de hatibû girtin, weke “gumanbar” ket nav îdianameyê.
Mafparêz di 25ê Çiriya Pêşiyê ya 2017yê de cara yekem derketin pêşberî dadgehê. 35emîn Dadgeha Cezayê Giran a Stenbolê biryara tehliyeyê ji bo 8 mafparêzan da. Her wiha ji bo Ozlem Dalkiran û Velî Acû biryara qedexeya derketina derve derxist. Biryara kontrola edliyê ya di 25ê Tîrmeha 2017yê de ji bo Şeyhmûs Ozbeklî û Nejat Taştan hatibû dayin, hat rakirin.
Dadgehê her wiha dosyaya Taner Kiliçî ya bi îdiaya “sîxurtî û fînansekirina terorîzmê” hatibû vekirin bi doza Buyukadayê re kir yek ku dosya li 16emîn Dadgeha Cezayê Giran a Îzmîrê dihat dîtin.
Taner Kiliç di 15ê Tebaxa 2018ê de hate tehliyekirin. Dozger dixwaze ji 7 sal û nîvan heta 15 salan cezayê girtîgehê lê bê birîn. (HA/FD)