Ji bo nûçeya Tirkî / Ingilîzî bitikîne
Daneşîna duyemîn a doza 11 mafparêzan li 35emîn Dadgeha Cezayê Giran a Stenbolê dest pê kir ku ji ber civîna li Buyukadayê ya li ser ewlekariya mafparêzan doz hatibû vekirin.
Gunal Kûrşûn, Îlknûr Ustun, Îdîl Eser, Nalan Erkem, Ozlem Dalkiran û Velî Acû yê ku 113 roj piştî girtinê di daneşîna yekem a dozê de serbest mabû û Şeyhmûs Ozbeklî û Nejat Taştan beşdarî daneşînê bû. Peter Steudtner û Ali Garawî di 26ê Çiriya Pêşiyê de ji Tirkiyeyê veqetiya bûn.
Daneşîn bi îfadeya Taner Kiliçî ya bi rêya Sîstema bi Deng û Dîmenan (SEGBIS) dest pê kir. Di berdewamiya daneşînê de Nejat Taştan û Şeyhmûs Ozbeklî xwe parastin. Saet di 13.00ê de saetekê navber dan daneşînê.
Piştî navberê li pisporê înformasyonê hat guhdarkirin ku li ser telefona Taner Kiliçî lêkolîn kiriye. Piştî wê jî dozger Selahattîn Kanbûrî nêrîna xwe ya derbarê dozê de anî ziman û daxwaz kir ku Taner Kiliç girtî bimîne.
Taner Kiliç nehat berdan, kontrola edlî rabû
Piştî nêrîna dozgerî parêzeran daxwaz kirin ku şertê kontrola edlî ya li ser muwekilên wan bê rakirin û ji beşdariya daneşînê azad bimînin.
Heyeta dadgehê biryara xwe ya demkî aşkere kir ku li gorî vê biryarê wê Taner Kiliç girtî bimîne. Her wiha ji bo hemû gumanbaran biryar girt ku kontrola edlî rabe û li şahidê veşarî guhdar bikin. Heyetê daxwaza azadkirina ji daneşînan jî hişt piştî ku li şahidan bê guhdarkirin.
Daneşîna sêyem wê di 31ê Kanûna Paşiyê ya 2018yê saet 10.30 deqîqeyan de berdewam bike.
Kiliç: Delîlên li dijî min bi raporan vala hatin derxistin
Taner Kiliç ê ku bi rêya SEGBİSê beşdarî daneşînê bû got ku rêxistinên sivîl gelek civînên weke civîna li Buyukadayê çêdikin û heke ku civînek ne aşkere be ev nayê wê wateyê ku ew civîn li dijî hiqûqê ye: “Ez wisa difikirim ku ev îdianame bêyî hay ji mewzûata komeleyan hebe hatiye amadekirin.”
Kiliç destnîşan kir ku ji meha Nîsanê û pê de hayê wî ji çêkirina civînê hebû lê ji bilî beşdariya Îdîl Eser, li ser navê komeleya wan (Rêxistina Efûyê ya Navnetewî) wê beşdarî civînê bibe û civîn wê derbarê ewlekariya mafparêzan û rêbazên têkoşîna li hemberî stresê be, ne xwediyê ti hûrgiliyên din e. Kiliç û parêzerên wî gotin ku îdiayê dibêjin Kiliç beralîkirinê civînê ye, dûrî rastiyê ne.
Kiliçî derbarê îdiayên ku tê gotin ew endamê rêxistina çekdar e de wiha got: “Di îdianameya ku derbarê min de hatiye amadekirin tê gotin ku ez endamê rêxistina çekdar im, lê ez nizanim ku bi çi awayî xwediyê van krîteran im, ez nizanim mi çi kiriye û çi nekiriye. Tenê du mijar hatine gotin: Min ByLock bikar aniye û pare razandiye Bank Asyayê. Rapor û belgeyên di dosyayê de derketiye holê ku ev ne rast in. ByLock qet li telefona min nehatiye barkirin û nehatiye jêbirin, ev bi raporan hatiye tespîtkirin. Îdiaya ku tê gotin, min pare razandiye Bank Asyayê, ne rast e, min pare ne razandiye Bank Asyayê, min di 2014yê de hemû pareyê xwe kişand û hesabê xwe girt”.
Biryar hatibû girtin ku dosyaya Taner Kiliçî ya bi îdiaya “sîxurtî û fînansekirina terorîzmê” ya li 16emîn Dadgeha Cezayê Giran a Îzmîrê bi dosyeya doza Buyukadayê re bikin yek ku ji ber dosyayê Kiliç ji Hezîrana 2017yê û vir ve girtî ye.
Taştan: Îdianameyek wisa amade kiriye ku ne ji derveyî herka xwezayî ya jiyanê ye
Nejat Taştan bi gotina “Ji ber ku em têkoşîna mafan didin, tên dadgehkirin” dest bi parastina xwe kir:
“Digel hemû daxwazên me dozgeriyê ti delîlên ku em sûdê jê bigirin nexistiye dosyayê. Ya duyem, di vê lêpirsîna ku di bin navê nepeniyê de tê meşandin de, zanyariyên ku em û parêzerên me nikarin xwe bidest bixin, di televizyon û rojnameyan de tên weşandin, lê dozgeriyê ti tedbîr nestendiye.
“Dozgerî gelek caran behsa herka xwezayî ya jiyanê dike lê ev herak xwezayî li hemberî me hatiye bikaranin. Lê dozgeriyê li dijî herka xwezayî ya jiyanê me bi alîkariya wan sê rêxistinan tohmet dike ku qet nayên ba hev.”
Biryara kontrola edlî ya ji bo Taştanî di daneşîna yekem de hatibû rakirin ku Taştan nehatibû girtin.
Ozbeklî: Ez nizanim ku Parka Geziyê li ku ye
Şeyhmûs Ozbeklî xwe wiha parast:
“Tê gotin ku ev civîn bêyî ti kes bên agahdarkirin hatiye çêkirin. Ji ber ku ez li Baroya Amedê stajyer im min destûr ji wir stand. Dema ku bi pisqilêtê li giravê digeriyam min li ser Instagramê mesaj parvekirin. Min mesaj derbarê vê de ji hevalên xwe re avêtin. Ez van weke delîlên xwe pêşkêş dikim.
“Di îdianameyê de tê gotin ku ‘Me yê serhildana duyem a Geziyê çêbikira”. Ez nizanim bê Parka Geziyê li ku ye.
“Em dixwazin ev binpêkirina mafan bidawî bibe û beraeta xwe dixwazim.”
Pispor: Bylock li telefona Kiliçî nehatiye barkirin
Piştî navberê li pisporê înformasyonê Koray Peksayar hat guhdarkirin.
Digel îdiaya ku tê gotin di 27ê Çiriya Paşiyê ya 2104yê de telefona Kiliçî têkilî bi sîstema ByLockê ve girêdayiye Peksayar got, “lêkolîn dide xuyakirin ku ByLock bi ti awayî li telefonê nehatiye barkirin”. Her wiha diyar kir ku li gorî rapora MITê di wan deman de ji Rojhilata Navîn têkiliya bi rûpela ByLockê hatiye sekinandin.
Heyeta DadgeheSerok: Adem Aygun Endam: Ayhan Ardûç, Gulşah Egîlmez Turudî |
Mafparên bi van tiştan tên tawankirin
10 mafparêzên ku li Buyukadayê hatibûn desteserkirin, bi sûcên “digel ku ne endamê rêxsitinê be jî li ser navê rêxistinê sûc kiriye” (TCK 220/6) û “endamtiya rêxistina terorê ya çekdar” (314/2 û 314/3), Kiliç jî bi sûcê “endamtiya rêxistina terorê ya çekdar” (314/2) tê dadgehkirin.
Can Tûncay Serdozgerê Komarî di îdianameya xwe de mafparêz weke endamên “FETO/PDY, PKK/KCK û DHKP/C”yê rêz dike.
Çi bûbû?
Îdîl Eser (Dîrektora Tirkiyeyê ya Rêxistina Navneteweyî ya Bexişînê), Îlknûr Ustun (Koalîsyona jinan), Nalan Erkem (Komeleya Hemwelatiyê ya Helsîkniyê), Ozlem Dalkiran (Komeleya Hemwelatiyê ya Helsîkniyê), Gunal Kûrşûn (Komeleya Rojeva Mafên Mirovan), Velî Acû (Komeleya Rojeva Mafên Mirovan), Nejat Taştan (Komeleya Şopandinê ya Mafên Wekhev), Şeyhmûs Ozbeklî (Înîsiyatîfa Mafan), Ali Garawi (Welatiyê Swêdê, dersdêrê mafên mirovan), Peter Steudtner (Welatiyê Almanyayê, dersdêrê mafên mirovan) li Buyukada a Stenbolê, 5ê Tîrmehê dema ku ji bo perwerdeya ewlehiya dîjîtal kom bûbûn hatibûn desteserkirin. 18yê Tîrmehê ya 2017yê hatibûn girtin.
Di 21yê Tîrmehê de dozger, li hemberî serbestberdana 4 mafparêzan derket û derbarê wan de biryara berdestkirinê hat standin. Ustun û Erkem a ku 23yê Tîrmehê li malên xwe hatin desteserkirin, hatin girtin.
25ê Tîrmehê Nejat Taştan û Şeyhmûs Ozbeklî bi şertê kontrola edlî û qedexeya derketina derve serbest man.
Serokê Lijneya Birêveberiyê ya Şaxê Tirkiyeyê ya Rêxistina Efûyê ya Navnetewî Taner Kiliç ê di Hezîrana 2017yê de hatibû girtin, weke “gumanbar” ket nav îdianameyê.
Mafparêz di 25ê Çiriya Pêşiyê ya 2017yê de cara yekem derketin pêşberî dadgehê. 35emîn Dadgeha Cezayê Giran a Stenbolê biryara tehliyeyê ji bo 8 mafparêzan da. Her wiha ji bo Ozlem Dalkiran û Velî Acû biryara qedexeya derketina derve derxist. Biryara kontrola edliyê ya di 25ê Tîrmeha 2017yê de ji bo Şeyhmûs Ozbeklî û Nejat Taştan hatibû dayin, hat rakirin.
Dadgehê her wiha dosyaya Taner Kiliçî ya bi îdiaya “sîxurtî û fînansekirina terorîzmê” hatibû vekirin bi doza Buyukadayê re kir yek ku dosya li 16emîn Dadgeha Cezayê Giran a Îzmîrê dihat dîtin. (ÇT/FD)