Ji bo nûçeya tirkî bitikîne
Ahmet Yildiz ji ber ku hevzayend bûye ji aliyê bavê xwe ve hatibû kuştin. Doza Yildizê li 5emîn Dadgeha Cezayê Giran a Kartala Stenbolê pêk hatiye.
Têbinî: Ahmet Yildiz di sala 2008an de ji aliyê bavê xwe ve hatibû kuştin. Piştre doz hatibû vekirin û 13 sal in didom e. Yahya Yildiz, bavê Ahmet Yildizê 13 sal in nayê peydakirin.
Li gorî nûçeya Pembe Hayatê di danişînê de serlêdana midaxiliyê ya Baroya Amedê, Komîsyona LGBTI+ ya TÎPê û Komeleya LGBTI+ ya Hêviyê nehatiye qebûlkirin. Dadgehê danişîn taloqî 6ê Çiriya Pêşiya 2022an kiriye.
Çi bûbû?
Ahmet Yildizê di 26 saliya xwe de ji malbata xwe re aşkere kiribû ku ew hevzayend e. Piştî ve gef lê hatibû xwarin.
Piştî ku gef zêde bûye Ahmet Yildizê li dozgeriyê giliyê bavê xwe kiriye lêbelê tedbîr nehatiye stendin ku ev jî bûye sedema kuştina Yildizê ji aliyê bavê xwe ve. Hê jî li kujer Yahya Yildizî digerin.
Doza kuştina Ahmet Yildizê di 8ê Îlona sala 2009an de hatibû vekirin. Bi vê dozê re li Tirkiyeyê cara yekemîn bû ku têgeha kuştina namûsê ya hevzayendan bûye fermî.(EMK/AY)