Ji bo nûçeya tirkî bitikîne
Du astronotên NASAyê(Daîreya Firiyan û Fezayê ya Amerîkayê) Anne Mcclain û Christina Koch dê bi hev re biçin fezayê. Bi vî awayî dê di dîrokê de bibe cara yekem ku du jin dê bi hev re biçin fezayê.
Li gor bernameya wan, herdu jin dê 29ê Adarê dest bi çûnê bikin.
First fit check of our actual spacecraft - the Soyuz rocket! This will be the last time we test the systems while wearing our launch and landing space suits. Great to see the real deal with the crew! pic.twitter.com/H7SdhgFuSn
— Christina H Koch (@Astro_Christina) 6 Mart 2019
Christina Kochê li ser hesabê xwe yê Twîtterê bi vî wêneyî da zanîn ku ew ê biçe fezayê.
Dê pîlan biguherin
Di dîrokê de jêdetrî 500 kesan li fezayê firiyane. Rêjeya jinan kêmî ji sedî 11ê ye. Astronot dê piştî firiyana 7 sietan bigihin stasyoneka fezayê. Karê wan ew e ku ew ê pîlên stasyonê biguherin.
Hevkarên wan jî jin in
Hevkarên li erdê yên herdu astrontan jî du jin in. Mary Lawrence û Kristen Facciol, dê li Texasa Amerîkayê koordînatoriya firiyana astronotan bikin.
(EMK/MB)