Fotograf: Hikmet Adal
Ji bo nûçeya tirkî bitikîne
Ji Stenbol û Enqereyê, komeke rojnameger ji bo piştgiriyê bidin hempîşeyên xwe yên di 16ê Hezîranê de hatine girtin, çûn Amedê. Polîsan di dema serdana rojnamegeran a Amedê de, gav bi gav ew şopandin.
Rojnameger roja şemiyê (18ê Hezîranê) gihîştin Amedê. Di nava koma rojnamegeran de Anil Olcan, Sîbel Yukler, Tolga Balci, Canan Coşkûn, Elîf Akgul, Îsa Ûgûr Erdogan, Serpîl Unal, Derya Okatan, Ceren Îskît, Eylem Sûltan Keleş, Dîlek Gul û Fatîh Akça hebûn ku li ser navê DÎSK Basin Îşê, Yekîtiya Têkoşînê û Koalisyona Jinan a di Rojnamegeriyê de (CFWIJ) beşdar bûbûn.
Rojnamger destpêkê çûn serdana Komeleya Rojnamegerên Jin a Mezopotamyayê (MKGD) û Komeleya Rojnamegeran a Dîcle Firatê (DFG). Paşê jî çûn ofîsa JINNEWSê ku polîsan du caran bi ser de girtibûn.
Dema rojnameger çûn serdana MKGD û DFGyê polîs li ber deriyê avahiyê sekinîn.
Rojnameger gava ji DFG û MKGDyê derketin û ber bi ofîsa JINNEWSê ya li Yenîşehîrê ve meşiyan, polîs dîsa ketin pey wan.
Vê carê jî polîsan avahiya JINNEWSê dorpêç kirin û bi du wesayitên polîsan li ber avahiyê sekinîn.
Rojnameger ji JINNEWSê derketin û çûn ber avahiya PIYA û ARI Yapimê û beşdarî çalakiyê bûn. Polîsan li vir jî dest ji şopa wan bernedan.
Pênc otobisên polîsan, du mînîbus, du akrep û du TOMA di dema çalakiya rojnamegeran de li cihê çalakiyê sekinîn.
Piştî daxuyanî hatin dayîn, çalakger belav bûn, rojnamgerên ji Stenbol û Enqereyê li wir bûn, bernameya xwe ya serdanan dewam kirin.
Çi bûbû?
Ji ber lêpirsîna Serdozgeriya Komarî ya Amedê, di 8ê Hezîranê de 20 jê rojnameger 22 kes hatin desteserkirin.
22 kes heşt rojan desteserkirî man û di 15ê Hezîranê de ew birin ba dozgerî. Li edliyeyê rojekê kar û barên wan ên îfadedayinê dewam ki û Dadweriya Aştiyê ya Nobedar di 16ê Hezîranê de biryar da ku Midûra Nûçeyan a JINNEWSê Safiye Alagaş, Hevserokê DFGYê Serdan Altan, Edîtorê Mayê Azîz Orûç, Midûrê Karûbarên Nûçeyan ê Rojnameya Xwebûnhe Mehmet Alî Ertaş, Zeynel Abîdîn Bûlût, Omer Çelîk, Mazlûm Dogan Guler, Îbrahîm Koyûncû, Neşe Toprak, Elîf Ungur, Abdûrrahman Oncu, Sûat Dogûhan, Remziye Temel, Ramazan Gecîken, Lezgîn Akdenîz û Mehmen Şahîn bên girtin.
Rojnameger Esmer Tûnç, Mehmet Yalçin, Kadîr Bayram, Feynaz Koçûk û Îhsan Ergulen jî bi şertê kontrola edlî serbest bûbûn. (HA/RT/FD)