* Fotograf: Ahmet Bolat - AA
Ji bo nûçeya tirkî bitikîne
Wezareta Karûbarên Navxweyî aşkere kiriye û gotiye, di navbera 21 û 28ê Kanûna Pêşiyê, rojên ku derketine derve qedexe bûye, ceza li 40 hezar û 591 kesî birîne.
Wezaretê diyar kiriye ku welatî bi giştî li gor biryarên qedexeyê tevgeriyane:
“Ji 7ê Kanûna Pêşiyê roja Duşemê û pê de rojên şemî û yekşemê di navbera saet 21.00 û 05.00ê de, ji roja 21ê Kanûna Pêşiyê roja Înê saet ji 21.00ê heta 28ê Kanûna Pêşiyê roja Duşemê saet 05.00ê, li gorî xalên peywendîdar ên Qanûna Tenduristiya Gel ya Giştî û Qanûna Cezayan a Tirkan, li 40 hezar û 591 kesan ji ber li gorî biryarên qedexeya derketina derve tevgeriyane ceza hatiye birîn.”
Her weha Wezareta Navxweyî ji bo pîrozbahiyên sersalê ji 81 walîtiyan re giştîname şandiye. Di giştnameyê de hatiye destnîşankirin ku derketina derve û lidarxistina şahiyên sersalê qedexene.(AS/AY)