Fotograf: AA
Wezareta Karûbarên Navxweyî aşkere kiriye û gotiye, di navbera 14 û 21ê Kanûna Pêşiyê, rojên ku derketine derve qedexe bûye, ceza li 38 hezar û 874 kesî birîne.
Wezaretê diyar kiriye ku welatî bi giştî li gor biryarên qedexeyê tevgeriyane:
“Ji 14ê Kanûna Pêşiyê roja Duşemê û pê de rojên şemî û yekşemê di navbera saet 21.00 û 05.00ê de, ji roja 18ê Kanûna Pêşiyê roja Înê saet ji 21.00ê heta 21ê Kanûna Pêşiyê roja Duşemê saet 05.00ê, li gorî xalên peywendîdar ên Qanûna Tenduristiya Gel ya Giştî û Qanûna Cezayan a Tirkan, li 38 hezar û 874 kesan ji ber li gorî biryarên qedexeya derketina derve tevgeriyane ceza hatiye birîn.”
Li gorî biryara Wezareta Karûbarên Nawxweyî nava hefteyê di navbera saetên 21.00ê û 05.00ê de derketina ji derve qedexe ye.
Rojên şemî û yekşemê jî roja înê ji saet 21.00ê heta roja duşemê saet 05.00ê heman biryar pêk tê. (AY)
*Çavkani: AA