* Fotograf: Arîf Hudaverdi Yaman - Stenbol / AA
Ji bo nûçeya tirkî / îngilîzi bitikîne
Wezareta Navxweyî aşkere kiriye û gotiye, di navbera 1-8 Sibata 2021an de, rojên ku derketine derve qedexe bûye, ceza li 32 hezar û 181 kesî birîne.
Wezaretê diyar kiriye ku welatî bi giştî li gor biryarên qedexeyê tevgeriyane û weha gotiye:
“Di nava hefteyê de di navbera saet 21.00 û 05.00an de û di dawiya hefteyê de ji saet 21.00 êvara îniyê heta 05.00ê Duşema 8ê Sibatê derketina derve qedexebû. Ji bo tevahiya hefteyê li gorî xalên peywendîdar ên Qanûna Tenduristiya Gel ya Giştî û Qanûna Cezayan a Tirkan, li 32 hezar û 181 kesan ji ber li gorî biryarên qedexeya derketina derve tevgeriyane ceza hatiye birîn.” (AS/AY)