* Fotograf: AA
Ji bo nûçeya tirkî / îngilîzi bitikîne
Wezareta Navxweyî aşkere kiriye û gotiye, di navbera 22-29 Adara 2021an de, rojên ku derketine derve qedexe bûye, ceza li 21 hezar û 495 kesî birîne.
Wezaretê diyar kiriye ku welatî bi giştî li gor biryarên qedexeyê tevgeriyane û weha gotiye:
“Di nava hefteyê de di navbera saet 21.00 û 05.00an de û di dawiya hefteyê de li bajarên ku asta xeteriyê lê kêm an go navende ji saet 21.00 heta 05.00ê li bajarên ku asta xeteriyê lê bilinde an go herî bilinde ji saet 21.00 êvara îniyê heta 05.00ê Şemîyê û li 21.00ê Şemiyê heta 05.00ê Duşemê derketina derve qedexebû.
Ji bo tevahiya hefteyê li gorî xalên peywendîdar ên Qanûna Tenduristiya Gel ya Giştî û Qanûna Cezayan a Tirkan, li 21 hezar û 495 kesan ji ber li gorî biryarên qedexeya derketina derve tevgeriyane ceza hatiye birîn.” (RT/AY)