Ji bo nûçeya tirkî / ingilîzî bitikîne
Vê sibê li taxa Küçük Armutluyê ya Sariyerê polîsan destê sibê girtiye ser malekê kesekî bi navê İbrahim Devrim Top bi guleyan hatiye kuştin.
Buroya Hiqûqê ya Gelî derbarê bûyerê de daxuyaniyek belav kiriye û wiha gotiye ku li gorî agahiyên wan bi dest xistiye, “Di encama serdegertina maleke li Küçük Armutluyê de, xwediyê malê Hakan Yildiz û Sevgi Yildiz hatine desteserkirin, dengê guleyan ji heman malê hatiye û torbeyê cesed derxistine ji derve.”
Ajansa Anadoluyê jî nivîsandiye ku pevçûn qewimî ye. Li gorî zanyariyên ku Midûriyeta Emniyeta Stenbolê daye Ajansê, polîsên Midûriyeta Şûbeya Tîmên Taybet jî beşdarî operasyonê bûne. Polîsan bi ser çar malan de girtine, li yekê ji van de gule bera polîsan dane. Polîsan bersiv dane û İbrahim Devrim Topê ku gule lê ketiye miriye. (AS/FD)