Ji bo nûçeya tirkî bitikîne
Di demên dawiyê de, dîsa em dibînin ku nûçeyên derbarê zarok, jin û tundkariya mêran de tên amadekirin, ne li gorî xalên mafparêziyê ne. Kesên mexdûr in, bêhtir tên mexdûrkirin.
Zimanê nûçeyan an jî sernav, dibin sedem ku jiyana zarokan di siberojê de bandoreke neyênî lê bibe.
Gelek rojnameger ne ku ji bo mifaya civakê, lê bi armanceke sansasyonel û tikandinê, nûçeyên derbarê zarokan de amade dikin.
Baş e, gelo di dema nivîsîna nûçeyên derbarê zarokan de, divê rojnameger bala xwe bidin çi?
Pirtûka Destan a Nûçegihaniya Zarokparêz a bianetê balê dikişine li ser wan xalan ku di dema nivîsîna nûçeyên zarokparêz de divê bal li ser wan be.
Umay Aktaş Salmanê pirtûk nivîsand û edîtorên bianet kurdiyê Ferid Demirel û Aren Yildirim û rojnameger Mûrat Bayramî pirtûk ji bo kurdiyê wergerand.
* Hûn rastiyê weke ku bûye ragihînin, ev têra xwe bibandor e. Dema ku we nûçeyeyek li ser xizanî û tunebûnê ya derbarê zarokan de çêkir, bi zimanekî dilşewat nenivîsin. Pirsgirêka ku zarok pêrgî wê hatibin çi dibe bila bibe metnê xwe li ser esasên mafparêziyê binivîsin.
* Şert û mercên ku zarok tê de ne, ne tenê serpêhatiyan ragihinin. Derbarê pêvajoya sedemên van tiştan de jî zanyariyan biweşînin.
* Lê bipirsin ka di pêvajoya mijarê de binpêkirin hene yan na, berpirsiyariya kesî/an heye yan na, çi hatiye kirin an nehatiye kirin? Di çarçoveya berpirsiyariya dewletan a derbarê mafên zarokan de li bersivên van pirsan bigerin.
* Dema ku we behsa serkeftinên zarokan kir û nêrînên wan belav kir, bi wî awayî behsa wan nekin ku weke tiştekî neasayî kiribe.
* Zarokan kêmî xwe nebînin, gotinên ku bibe sedema xwe weke yên din bibîne, nenivîsin. Weke “Serkeftina Mahîrê Şivan”, “Serkeftina mezin a zarokê kêmendam”. • Nûçeyên serkeftinê bi wî awayî binivîsin ku ji bo zarokên din bibe mînak û wan teşwîq bike.
* Xebatên zarokan ên li ser muzîk, wêne, spor û yên din derxin pêş û wan teşwîq bikin.
* Li ser wî tiştî baş bifikirin ku gelo di nûçeyan de hewce dike behsa etnîsîte, ol, bawerî, nasnameya zayendî an jî nîjada zarokan bê kirin an na.
Ji bo girtina wêneyan destûrê bixwazin
* Ji bo ku nûçeya we zêdetir bê xwendin an jî balê bikişîne, dîmenên zarokan di çarçoveyeke zayendîtî de nîşan didin bi kar neynin.
* Ji bo kişandina fotografên zarokan rêbazên adil, aşkere û durist tercîh bikin. Heta ji destê we hat, destûrê ji zarokan an jî ji kesên berpirsiyariya wan hilgirtine bistînin.
Pêşniyar
Binpêkirinên mafên zarokan, ewlehiya wan, perwerde, tenduristî û rewşa wan a civakî divê bibin mijara nûçeyan û di nava civakê de nîqaş li ser wan çêbibin. Dema ev dibin mijara nûçeyan, girîng e ku serî li nêrîna zarokan bidin.
* Di dema çêkirina nûçeyan de zarokan weke amûreke nûçeyê û temaşevanê neçalak nebînin.
*Fersenda axavtinê bidin zarokan ku li ser pirsgirêkên welêt jî biaxivin.
* Nêrîna zarokan weke amûra “xwînşîrînî” û “pêkenînê” nîşan nedin û bi awayekî cidî guh bidin nêrînên wan.
* Dema we nûçeyek derbarê zarokan de çêkir, bila berjewendiyên zarokan di pêşiya xalên din de be.
* Di nûçeyê de ne tenê bibêjin “qeza ye” û bi vî awayî bûyerê penase bikin, her weha gelek mafên zarokan ên weke perwerde, tenduristî û ewlehiyê bi bîr bixin û lê bipirsin ka kêmasî hene yan na.
*Li ser wî tiştî bifikirin ku pêkanîn û polîtîkayên tên meşandin bandoreke çawa li ser zarokan dikin.
Bixwîne - Pirtûka Destan a Nûçegihaniya Zarokparêz
(EMK/FD)