Ji bo nûçeya Tirkî / İngilîzî bitikîne
Di 13yê Gulana 2017yê de di çarçoveya “seferberiya istihdamê”de ji hêla Serokomar Recep Tayyip Erdoganî ve bi beşdariya Mehmet Muezzînoglû Wezîrê Berê yê Xebatê li Balafirxaneya sêyem kampanyaya “Belavoka ji bo ku ti karker nemirin” destpê kiribû.
Armanca vê kampanyayê di çar mehan de hejmara mirina karkeran tune bikin û di navenda vê xebatê de avahî hebû.
Li gorî hejmarên Meclîsa Tenduristiya Karkeran û Ewlekariya Karî di navbera 13yê Gulana 2017yê û 12yê Îlona 2017yê de 167 jê karkerên avahiyan herî kêm 753 karker mirine.
Rojê 6 karker mirine
Li gorî van hejmaran rojê 6 karkeren mirine.
Meha Gulanê (di navbera 13 û 31ê mehê de) herî kêm 104 karker,
Meha Hezîranê herî kêm 170 karker,
Meha Tîrmehê herî kêm 207 karker,
Meha Tebaxê herî kêm 217 karker,
Meha Îlonê (di navbera 1 û 12yê mehê de) herî kêm 55 karker mirine. (NV/FD)