*Girtîgeha Semsûrê, Fotograf: AA (Arşîv)
Di 6ê Sibatê de bandoreke mezin a erdhejan li girtiyên di girtîgehên herêmên erdhejê de ne bûye.
Girtiyên ku bi xwe jî bûbûn mexdûrên erdhejê, li aliyekî jî malbatên xwe meraq dikirin û dixwestin agahiyekê bistînin. Li hemberî binpêkirina mafên girtiyan ji roja yekemîn a erdhejê ve Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) ji bo girtiyan bang dikir, agahî ji malbatên girtiyan digirt û li herêmên erdhejê di nav hewldanan de bûn. Derbarê rewşa girtiyên li bajarên erdhejê de ÎHDê raporek amade kir û rapor bi raya giştî re parve kir.
Têkildarî raporê Serokê ÎHDê yê şaxa Amedê Abdûllah Zeytûnî pirsên bianet kürdiye bersivandin.
*Abdûllah Zeytûn
Di pêvajoya erdhejê de derbarê girtîgehên li van bajaran gelek agahî dihatin parvekirin. Dema ku ÎHDyê berê xwe da van herêmên erdhej lê çêbûyî, rewşeke çawa derkete pêşberî we?
Bi taybetî di van salên dawî de bi belavbûna ‘Girtîgehên Ewlehiyên Bilind’ me dît ku binpêkirina mafên girtiyan zêdetir bû. Gelek caran me wek Komeleya Mafên Mirovan ji xwe bal kişand li ser van binpêkirinên mîna bidestxistina mafê tenduristiyê, jiyanê û astengkirina her cure çalakî û mafên siyasî, civakî. Li girtîgehan di şexsê girtiyên siyasî de ji ber meseleya ‘bekayê’, bi mijara ‘ewlehiyê’ hewld tê dayîn ku mafên wan binpê bikin û bi zanebûn mafan biderengî bixin. Ji ber van polîtîkayên ku di nîvenda wê de ‘ewlehî’ heye, me di pêvajoya erdhejê de jî dît ku girtî bi ti awayî nehatin parastin, ewlehiya jiyana girtiyan esas nehat girtin. Girtî di kêliyên erdhejê û piştî erdhejê de bi rîska mirinê re di cihên wek hucreyên kilîtkirî de hatin girtin. Piştî karesateke bi vî rengî mijara ewlehiyê wek hincet nîşan dan; ne girtî û xizmên wan agahî ji hevdû girtin, ne jî fikarên gel çareser kirin. Rêveberiyên ku bi salan e bi mebestên siyasî girtîgehan ava dikin û wan dizayn dikin, divê mirov van kiryarên wan tenê weke bêkoordînasyon an jî kêmasî bi nav neke. Ev avahiyên bi sedan personelan û bi armanca zindanîkirinê hatine avakirinê, di bûyereke wisa de ku mirov dikare pêşî lê bigre, veguherîn kavilan. Yanî vê bûyera dawî jî nîşanî me da ku ji bo girtiyan, girtîgeh ne cihên ewle ne.
Rewşa girtiyên li girtîgehên cihên erdhejê, nearamiyek bi malbatan û bi me çêkir. Malbatan zarokên xwe meraq dikirin. Ji ber rewşa xerab a erdhejê, di serî de me nikarîbû xwe bigihijîne girtîgehan. Bi taybetî li bajarên wek Meletî û Mereşê, gelek malbatan serî li ÎHDyê dixistin. Di wan kêliyên tevlihev de, li ser medyaya dijital û çapemeniyê hin agahiyên dihatin parvekirin zêdetir malbat ditirsandin. Ji girtîgehên Mereş/Turkoglu a Tîpa Lyê û Meletî ya Tîpa Eyê agahiyên wek boriyên gaza xwezayî teqiyane, girtiyan firar kiriye, girtî û gardiyan bi hev ketine û hwd bi me re hatin parvekirin. Me di rapora xwe de jî bal kişand li ser van tiştan; têkildarî van mijaran li ser telefonê bi personelên Midûriyeta Giştî ya Girtîgehan re hevdîtin pêk anîn lê ji me re gotin ku bi telefonê nikarin agahiyê parve bikin û derbarê van mijara de jî gotin ku ti agahî li ber destê wan tunene. Li van girtîgehan di wan kêliyên pêşî yên erdhejê de jixwe ne mimkûn bû me berê xwe bidaya û biçûna. Lê agahî nedayîna personelên midûriyeta girtîgehan bi serê xwe kir ku fikarên me û yên malbatan zêdetir bibin. Li ser vê mijarê em ji parlamenterên van bajaran heta Komisyona lêkolîna Mafên Mirovan a TBMM (Meclîsa Gel a Mezin a Tirkiyeyê) û Komisyona Girtîgehê ya Bingehîn re ketin têkiliyê, me hewld da ku bi kesên berpirsyar re pirsgirêkê çareser bikin.
*Girtîgeha Tîpa Tyê ya Hatayê, Fotograf: MA
“Îşkence herî kêm li 41 girtiyan kirine”
Gelo asta binpêkirina mafên girtiyan çibû; çend kesan canê xwe ji dest da, birîndar bûn, çend kes hatin sewqkirin?
Piştî erdhejê, serlêdanên ku li Komeleya me hatin kirin û li gorî agahiyên me bi destxistin; li Girtîgeha Turkogluyê çend rojan pêdiviyên bingehîn ên wek xwarinê nehatine dabînkirin. Girtî bi komî hatine şandin ji bo girtîgehên din. Girtiyên ku birin girtîgehên din tazî kirin û lêgerîna wan kirin. Her wiha girtî nekarîne heta demeke dirêj jî bi malbatên xwe re biaxivin, dereng ev têkilî pêk hatiye. Li Girtîgeha Tîpa Tyê ya Islahiye û Îskenderûnê derb li girtiyan dane.. Av û ceyran qut bûne û heta demeke dirêj nehatine. Rêveberiya girtîgehê derbarê mijarê de ti agahî bi wan re parve nekiriye.
Me hevdîtin bi wan girtiyan re kir ku piştî erdhejê şandine girtîgehên cûrbecûr. li Girtîgeha Mereşê ya Hejmar 1ê a Tîpa Lyê di erdheja duyemîn de piştî nîqaşa di navbera girtî û gardiyanan de, gardiyanan li girtiyan xistine û kiryarên xirab li wan kirine. Li Girtîgeha Hatay a Tîpa Tyê piştî erdhejê pevçûnek çêbûye û di encama vê yekê de kiryarên xirab li 23 girtiyan kirine û îşkenceyên mezin li wan kirine. Piştî bûyerên li Girtîgeha Hatayê, Midûrê Giştî yê Girtîgehê got ku di vê bûyerê de 12 hikûmxwarî û girtiyên edlî birîndar bûne û 3 girtiyan jî can dane.
Li gor tespîtên me, li Girtîgeha Hatay, Meletî, Mereşê herî kêm 657 girtî, li Girtîgeha Zarokan a Hatayê jî herî kêm 163 kes sirgûnî bajarên cuda hatine kirin. Hewceye em balê bikşînin li ser ku li cihên hatine sirgunkirin jî îşkence û kiryarên xirab li girtiyan bûne. Li gor daneyên di destê me rde, îşkence û kiryarên xirab herî kêm li 41 girtiyan kirine. Ji ber ku di dema erdhejê de li deriyan xistina lêpirsîna dîsîplînê ji bo hin girtiyan hatine destpêkirin.
“Di dema şandina girtîgehên din û piştî wê de, girtî tî û birçî hiştine”
Girtî di kîjan şert û mercan de şandine girtîgehên din, şert û mercan li girtîgehên nû çawa bûn?
Li gor serlêdanên hatine kirin û agahiyên ku me bi dest xistine, bêyî ku agahiyê bidin mexdûrên erdhejê û agahiyê bidin xizmên wan, hê ku girtiyan eşyayên xwe yên şexsî nedayine hev, hatine şandin. Piştî erdhejê dema ew şandine girtîgehên din, girtî beriya wê bi ti awayî agahdar nekirene. Li ser vê yekê jî girtiyan bertek nîşan dane û ev mafê wan e. Lê rêveberiya girtîgehê û personelên wê, îşkence û kiryarên xirab li girtiyan kirine. Di dema şandinê de hem jî piştî wê girtî tî û birçî hiştine û alavên paqijiyê nadin wan.
Girtî kom bi kom ku kom ji 10-12 kesan pêk tên û destê wan kelemçekirî li rîngan siwar kirine. Rêwitiyê 12 saetan berdewam kiriye û bi ti awayî pêdiviyên wan ên bingehîn bicih neanîne. Dema gihîştine cihên nû jî di bin navê ‘karûbaren’ de bi saetan wan di rîngan de sekinandine. Her wiha ew tazî kirine û lêgerîn pêk anîne. Girtiyên ku li hember vê kiryarê derketine, derb li wan dane. Dermanên girtiyên nexweş nedane wan. Ji girtiyên nexweş xwestine di dema çûna nexweşxaneyan de li nava devên wan binerin lê girtî li ber vê daxwazê rabûne û ew nebirine.
Karesateke xwezayî pêk hatiye lê rêvebiriyên girtîgehan kiryarên bi vî rengî pêk anîne. Li gorî we sedema vê çi ye?
Bi taybetî li Girtîgehên wek Meletî, Mereş û Hatayê yên ku bandoreke gelekî mezin a erdhejê li wan bûye, iu ewlehiya jiyana girtiyan nehatiye dabînkirin, ji ber ku nehiştine peywendiyê bi xizmên wan re deynin, ev bû sedem ku bandora erdhejê bêhtir li girtiyan bike.
Li dijî îtîraz û fikarên girtiyan ên rewa, bersiva rêveberî û personelên girtîgehan pir tund bûye. Bi vê yekê re qanûna îşkence û muemeleya xerab hat binpêkirin. Li gor qanûna di "Rêveberiya Saziyên Cezayê û Bicihkirina Ceza û Tedbîrên Ewlehiyê" ya ku di 29.03.2020an de di Rojnameya Fermî de hat weşandin de erdhej wek pirsgirêka ewlehiya navxweyî cih girtiye. Lêbelê, erdhej ne pirsgirêkek ewlehiyê ye, ew karesatek xwezayî ye û hewce dike ku bilez tedbîrên ji bo jiyanê bêne girtin.
"Divê înfazên girtiyên jin ên ku zarokan, bên taloqkirin"
Di pêvajoya erdhejê de girtiyên jin û zarok di çi rewşê de bûn? Derbarê wan de agahiyên li ber destê we çi ne?
Li gor agahiyên bi me re hatin parvekirin bi taybetî girtîgehên zarok lê dimînin hatine valakirin û ew şandine cihên cûrbecûr. Lê hewceye em bêjin ku ji ber bandora erdhejê ya neyînî rîska dê li ser zarokan trawmayên mezin çêbibe, li ber çav nehatiye girtin. Li şûna şandina zarokan, diviyabû fikarên zarokan bi awayekî cidî bihatana destgirtin, tedbîrên ku zarok zêde nekevin bin bandora erdhejê bihatana girtin. Ji bo zarokan divê hemû mafên wan û alternatîfên ji bilî girtîgehê bên tercîhkirin. Divê zarok bi awayekî girtî zarok neyên darizandin, pêvajoya erdhejê ku bandoreke xerab li ser wan çêkir, bidin ber çavên xwe û li gor pêdiviyên wan, ew serbest bibin.
Li gor tespîtên me; ji ber erdheja di 20ê Sibatê de pêk hatî 163 zarokên li Girtîgeha Hatayê, şandine Girtîgeha Samsûnê ya Kavakê. Mijareke din a girîng jî ew e ku jinên bi zarokên xwe re di girtîgehan de tên ragirtin, divê berjewendiyên zarokan li ber çavan bên girtin û li derveyî girtîgehê bi tedbîran bên girtin. Dîsa divê înfazên girtiyên jin ên ku zarokên wan di erdhejê de mexdûr bûne û pêdiviya wan bi stargeh û piştgiriyê heye, bên taloqkirin. (BK/FD)