Fotograf:AA
Ji bo nûçeya tirkî bitikîne
Neteweyên Yekgirtî (NY) duh daxuyaniyek weşandiye û gotiye ku di roja 12yan a dagirkirina Ûkraynayê de, 20 jê zarok 364 sivîl mirine.
Komîseriya Bilind a Mafên Mirovan a NYyê di daxuyaniyê de diyar kiriye ku sivîl ji ber bombebaranên hewayî, avêtina top û moşekan dimirin.
Di daxuyaniyê de NYyê destnîşan kiriye ku li herêmên şer ên kes nikare bikevê de jî mirî û birîndar hene û hejmara rast "ihtimaleke gelekî mezin zêtedir e."
Derxistina sivîlan a ji Mariupolê sekiniye
Komîteya Xaça Sor a Navnetewî (ICRC), aşkere kiriye ku derxistina nêzîkî 200 hezar sivîlên ji bajarê Mariupolê yê Ûkraynayê sekiniye. Çav li rê bû ku duh sivîl ji bajar derketana.
Rayedarên ûkraynî diyar kiribûn ku 5ê Adarê, roja şemiyê ji ber rûsan agirbest binpê kiriye, derxistina sivîlan a ji bajarê Mariupol û Volnovahayê sekiniye. ICRCyê bi daxuyaniyeke nivîskî diyar kiriye ku "Derxistina sivîlan a bi ewle ya ji bajarê Mariupolê di roja duyem de jî sekinî; ICRC (ji bo derxistina sivîlan) bang li aliyan dike da ku li ser hin şert û mercan li hev bikin."
Di dema derketina sivîlan de êrîş pêk hatiye
Li bajarê Irpinê di dema derketina sivîlan de bombebaranek pêk hatiye. Irpîn 25 kîlometre dûrî Kievê ye. Artêşa rûsî ber bi Kievê ve diçe.
Dayik, bav û du zarok di encama topbaranê de mirine. Serokdewletê Ûkraynayî Volodymir Zelenskiyî êrîşên li dijî sivîlan hatine kirin, şermezar kiriye û gotiye ku ev ê neyên bexşandin.
Lê Kremlînê gotiye ku ew nûçeyên ku dibêjin êrîş li dijî cihên sivîlan bûne, derew in.
Bi kêmanî milyon û nîv mirovan koç kiriye
Komîserê Bilind ê Penaberan ê NYyê Filippo Grandi di daxuyaniyekê de aşkere kiriye ku ji 24ê Sibatê, roja dagirkirina Rûsyayê li Ûkraynayê destpê kiriye heta niha, zêdetirî milyon û niv mirovan ji Ûkraynayê koç kirine û ev hejmar ji Şerê Cîhanê yê Duyem heta niha bilindtir hejmar e ku di 10 rojan de pêk hatiye.
Serokê mixalifan ê Aleksey Navalniyî bang aştîxwazan kiriye û gotiye ku xwenîşandanên protestoyê pêk bînin. Piştî vê daxuyaniyê, li 21 bajaran xwenîşandan bûne.
Li gorî zanyariyên ku Koma Çavdêriyê, OVD-Infoyê belav kirine, li seranserê Rûsyayê zêdetirî 600 kesî hatine desteserkirin.
Ji 24ê Sibatê heta roja îro di dema xwenîşandanên protestoyî de, li gorî zanyariyên OVD-Infoyê zêdetirî 8 hezar kesî hatine desteserkirin. (TP/FD)
* Çavkanî: BBC Tirkî, AA