Ji bo nûçeya Tirkî / İngilîzî bitikîne
Di nava 10 rojên betlaneya Cejna Qurbanê de 164 qezayên trafîkê çêbûn û di encamê de 103 kes mirin, 640 kes jî birîndar bûn.
Di roja dawiyê ya betlaneyê de li Adiyaman, Agirî, Dîlok, Balikesir, Bursa, Denizli, Giresun, Hatay, İzmir, Kastamonu, Kocaeli, Kutahya, Mêrdîn, Manisa, Sakarya, Samsun, Sinop û li Rihayê qezayên trafîkê pêk hatin û di encamê de 14 kes mirin û 88 kes jî birîndar bûn.
Di vê navberê de li tevahiya Tirkiyeyê di 3yê Îlanê de bi beşdariya 10 hezar xebatkaran re, xebata “Kontrola Ewlekariya Trafîkê ya 6ê” birêve çû.
Di encama vê xebatê de ji bo 15 hezar û 738 ajokar ji ber dokumanên kêm û binpêkirina rêzikên trafîkê 4 milyon û 361 hezar û 647 TL cezayê pare hat dayin. Dîsa 77 berguman di encama vê xebatê de hatin desteserkirin ku saziyên ewlekariyê li wan digeriyan. (EKN/FD)