Ji bo nûçeya Tirkî bitikîne
Di 9 rojên bêhnvedana(betlaneya) ji bo Cejna Qurbanê de, di qezayên trafîkê de 67 kes mirine, 573 kes birîndar bûne.
Li gor Ajansa Anadolûyê di roja dawiya bêhnvekirinê de, li ser rêya vegerê 5 kes mirine, 103 kes birîndar bûne.
Hejmara qezayên trafîkê li gor par kêm bûye.
Di sala 2015ê de, 134 kes mirine
Di sala 2015ê de di 9 rojên bêhnvedana ji bo Cejna Qurbanê de, 134 kes mirine û 819 kes birîndar bûne.
Di sala 2014ê de, di çar rojên bêhnvekirinê de, 28 kes mirine, 165 kes birîndar bûne.
Li gor Ajansa Anadolûyê di 10 salên paşiyê de14 hezar û 644 qeza çêbûne, di qezayan de 728 kes mirine, 31 hezar û 133 kes birîndar bûne.
(BK/MB)
Wêne: AA