Ji bo nûçeya tirkî / ingilîzî bitikîne
Li Dîlokê di dema dawetekê de berbûyan gule berdane û di encamê de zarokek miriye.
Dawet duh bi şev li Dîlokê bi rê ve çûye. Berbûyan bi tiving û devançeyan gule berdane. Di encama vê bûyerê de guleyek li zikê zarokekî 12 salî, yê bi navê Huseyîn Cennetî ketiye.
Zarok rakirine nexweşxaneyê lê digel midaxeleya doktoran ew miriye. Cendermeyan dest bi lêkolînê kiriye ku bê guleya zarok pê hatiye kuştin, ji kîjan çekê hatiye berdan.
Du hefte berê jî li Enqereyê ji ber ku di dema dawetê de berbû bi hev ketine, guleyeke devançeyê li zavayê 16 salî ketiye û zava miriye.
Li gorî Nexşeya Tundkariya Çekdarî û Rapora 2018ê ya Tirkiyeyê, di çar salên dawiyê de tundkariya bi çekan ji sedî 69 zêde bûye.
Li gorî Rapora Weqfa Umutê ya bi navê “Di sala 2018ê de Rapora Tundkariya Bi Çekan a Tirkiyeyê” sala 2015ê 2 hezar û 175 bûyerên çekdarî di çapemeniyê de hatiye weşandin. Ev rêje di sala 2018ê de ji sedî 69 zêde bûye û gihîştiye 3 hezar û 679ê.
Li gorî daneyên UNICEFê (Fona Alîkariya Bi Zarokan a Neteweyên Yekgirtî) ji 82 welatan wergirtiye, li cîhanê 115 milyon zavayên zarok hene.
Ji 5an 1ê van zarokan beriya 15 saliya xwe dizewicin.
Her weha hejmara zarokên ku di temenên biçûk de dizewicin, 765 milyon e. (AO/FD)