Di danişîna duyem de jî biryara beraetê ji bo Bulent Şikî nehat dayîn
![Di danişîna duyem de jî biryara beraetê ji bo Bulent Şikî nehat dayîn](https://static.bianet.org/system/uploads/1/articles/spot_image/000/208/995/original/bulent.jpg)
Ji bo nûçeya tirkî bitikîne
Duyem danişîna Alk. Doç. Dr. Bulent Şikê nivîskarê bianetê li 2yem Dadgeha Cezayên Asliyeyê ya Stenbolê bi rê ve çû. Şikî ew daneyên wê projeyê bi raya giştî re par ve kiribû ku projeya Wezareta Tenduristiyê bû û li ser nîşandana daneyên kîmyasalên kanserojen kar dikir.
Ji ber ku salona 2yem Dadgeha Cezayên Asliyeyê biçûk bû, dadkirin li salona 14em Dadgeha Cezayê Giran çêbû.
Serokên wan baroyên wan bajaran ji bo parastina Bulent Şikî beşdarî dadkirinê bûn ku Wezareta Tenduristiyê lêkolîn li wir kiriye.
Dadwer Nursel Bedirê weke di dema danişîna yekê de, di dema vê danişinê de jî daxwazên beraeta demildest qebûl nekir.
Bedirê ew daxwaz jî qebûl nekir ku digot bila ji Wezareta Tenduristiyê bê pirsîn bê ka çi tedbîr derbarê encamên lêkolînê de hatine standin.
Heyeta dadgehê biryar girt ku 26ê Îlona 2019ê saet di 14.00ê de dadkirin berdewam bike û heta wê çaxê Şik û parêzerên wî paraznameyên xwe yên derbarê esasa dosyayê de amade bikin. (HA/FD)
Îdianameya 1ê Gulanê: Dozger ji bo 42 kesan heta 567 salan ceza xwest
![Îdianameya 1ê Gulanê: Dozger ji bo 42 kesan heta 567 salan ceza xwest](https://static.bianet.org/haber/2024/05/29/1-mayis-iddianamesi-savci-42-kisi-icin-567-yila-kadar-hapis-istedi.jpg)
Rojnameger Ayça Soylemeza ku ji ber Akın Gurlek dihat darizandin beraet kiriye
![Rojnameger Ayça Soylemeza ku ji ber Akın Gurlek dihat darizandin beraet kiriye](https://static.bianet.org/haber/2024/03/19/akin-gurleki-hedef-gosterdigi-iddiasiyla-yargilanan-ayca-soylemez-beraat-etti.jpg)
Saziya Îlanên Çapemeniyê wê îsal bi tenê 300 hezar TL ji bide 6 rojnameyên kêmnetewan
![Saziya Îlanên Çapemeniyê wê îsal bi tenê 300 hezar TL ji bide 6 rojnameyên kêmnetewan](https://static.bianet.org/haber/2024/02/26/basin-ilan-kurumu-azinlik-gazetelerine-2024-te-sadece-300-bin-tl-ayirdi.jpg)
Di Doza Geziyê de dadgeha herêmî li gorî daxwaza Dadgeha Bilind biryar da
![Di Doza Geziyê de dadgeha herêmî li gorî daxwaza Dadgeha Bilind biryar da](https://static.bianet.org/haber/2024/02/21/gezi-davasinda-mahkeme-yargitay-kararina-uydu-yapici-altinay-ve-ekmekci-beraat-etti.jpg)
Merasîma bîranîna Hrant Dînkî pêk hat: Em dixwazin edalet pêk bê
![Merasîma bîranîna Hrant Dînkî pêk hat: Em dixwazin edalet pêk bê](https://static.bianet.org/haber/2024/01/19/hrant-dink-oldurulusunun-17-yilinda-aniliyor-itiraz-ediyoruz-adalet-istiyoruz.jpg)