Ji bo nûçeya Tirkî / Ingilîzî bitikîne
Lijneya Ewlehiyê ya Milî (MGK) duh di bin serokatiya Serokomar Recep Tayyîp Erdoganî de kom bû û piştî civînê daxuyaniyek nivîskî hat belavkirin.
Di belavokê de derbarê Minbicê de wiha hatiye gotin: “Hatiye diyarkirin ku weke li herêmên li vir jî Tirkiye wê di bikaranîna înîsiyatîfê de bi paş de gavê neavêje”.
Albay Robert Manning Berdevkê Wezareta Berevaniya DYAyê (Pentagon) 20ê Adarê gotibû ku hêzên DYAyê ji Minbicê venakişin.
Manningî li ser pirsa ku heke Tirkiye êrîşê bibe ser Minbicê, hevpeymana di bin serokatiya DYAyê de wê Hêzên Sûriyeya Demokratîk biparêzin an na, wiha bersiv dabû: “Bi awayekî vekirî me ji hemû aliyan re hebûna hêzên DYAyê bibîrxistine”.
Di belavoka MGKyê de wiha hatiye gotin:
“Hatiye diyarkirin ku divê demek beriya demekê terorîstên li Minbicê ji vir bên bi dûrxistin, heke na weke li herêmên li vir jî Tirkiye wê di bikaranîna înîsiyatîfê de bi paş de gavê neavêje.
“Hatiye destnîşankirin ku em ji bo terorîstên li ser xaka Sûriyeyê rojhilatê Firatê bi cî bûne jî heman xwedî biryardariyê ne.
“Hatiye gotin ku li gel Sûriyeyê, em li bendê ne ku di serî de yên li Şingal û Qendîlê, pêşî li xebatên rêxistina terorê yên li gelek deverên Iraqê bê girtin, heke na wê Tirkiye bi xwe pêşî li wan bigire.” (AS/FD)