Fotograf: AA
Ji bo nûçeya tirkî bitikîne
Serokomar biryar daye, ku di betlaneya Cejna Qurbanê de rê û pireyên di bin berpirsiyariya Rêvebiriya Giştî a Rêyen Bejayî de ne û wesayîtên şaredariyê yên cemawerî wê belaş bin. Biryara Serokomar di rojnameya fermî de hatiye belavkirin.
Li gorî biryarê hatiye weşandin, betlaneya Cejna Qurbanê wê li Pêncşema 30ê Tîrmehê di saet 00.00an (êvara Çarşemiyê) da dest pê bike û heta saet 07.00ê serê sibeha 4ê Tebaxê wê dewam bike. Bê projeyên kar û çêkirina rê, hemû rê û pireyên ku di bin berpirsiyariya Rêvebiriya Giştî ya Rêyên Bejayî wê ji bo çûn û hatina wedsayîtan belaş bin.
Seferên Marmarayê jî wê belaş bin
Di çarçoveya heman biryarê de Marmaray, Başkentray û hemû wesayitên cemawerî yên şaredariyan wê di îniya 31ê Tîrmehê saet ji 00.00an dest pê bikin û heta saet 00.00ê 3ê Tebaxê ji bo welatiyan wê belaş xizmetê bidin. (SO/AY/FD)