Ji bo nûçeya tirkî bitikîne
Nobeta Edaletê ya ku parlamenterên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) li dijî tecrîda li Girtîgeha Îmraliyê dabûn destpêkirin, di roja 22em de dewam dike.
Parlamenter Gulîstan Kiliç Koçyîgît, Mahmut Togrul, Omer Ocalan, Zeynel Ozen, Dîlan Dîrayet Taşdemîr, Celadet Gaydalî, Zuleyha Gulûm û Kemal Pekoz beşdarî nobetê bûne.
“Divê Wezareta Edaletê daxuyaniyê bide”
Di çalakiyê de Parlamenterê HDPê yê Rihayê Omer Ocalan weha gotiye:
“Heke dewlet dewleteke hiqûqê be û bi qanûn û zagonan were birêvebirin, heke makeqanûneke vî welatî hebe, bêguman divê ev qanûn li her deverê di meriyetê de bin. Di pêkirina van qanûnan de divê li gorî şexsan cihêkarî neyê kirin. Lê binêrin; li gel birêz Ocalan her wiha ji girtiyên din ên li Îmraliyê Omer Hayrî Konar, Veysî Aktaş û Hamîlî Yildirim ev 22 meh in tu agahî nayên girtin.” “Divê wezîrê dadê daxuyaniyekê bide ji ber ku divê îzahetek were kirin. Carnan tecrîd hatiye girankirin lê ev 22 meh in tenê hevdîtineke kin a li ser telefonê hatiye kirin. Ew jî ne li gorî mewzûatan bû."
"Di 25ê Adara 2021an de gazî malbatê kirin ku biçin Qesra Dadê ya Rihayê. Li Îmraliyê telefonek hatiye kirin û piştî hevdîtineke 4-5 deqeyan jî hate qutkirin. Em dixwazin wê rewşa ku birêz Ocalan anî ziman bi raya giştî re parve bikin. Dibêje; ‘Ev meseleye meseleyekî siyasî ye, meseleyekî hiqûqî ye û divê tavilê parêzer bên vê derê.’ Kurtasiya wê hevdîtinê ev bû; ‘Dewlet xeletiyê dike, divê kesek nebe şirîkê vê xeletiyê.’ Weke malbatê em her hefteyê serlêdanê dikin. Lê mixabin serlêdanên me bêencam dimînin. Tu muxatabên me nînin. Bi erênî yan jî neyînî tu bersiv nayên dayîn.”
“Em ji bo vê têdikoşin û navnîşana çareseriyê nîşanî hikûmetê didin. Çareseriya vê pirsgirêkê ne li Washingtonê, Amerîka, Rûsya yan jî di civîna Soçiyê de ye. Çareserî di operasyonên hevpar ên welatên cîran de nîne. Muxatabên vê pirsgirêkê diyar in. Windahiyên mezin çêdibin.”
“Divê ji bo çareseriyê gav bên avêtin”
“Divê ji bo çareseriyê gav bên avêtin. Di navbera salên 2013-2015’an de dewletê çendek hevdîtin kir. Şandeyên ku partiya me jî aliyekê wê bû hatin avakirin û van şandeyan li Îmraliyê bi birêz Ocalan re hevdîtin kirin. Kesayetên ji MÎT û Musteşariya Ewlekariya Cemaweriyê çûn Îmraliyê. Lê li holê hikûmeteke heye ku van tiştan tune dihesibîne. Dixwazin ku em hevdîtinên di navbera salên 2009-2015’an ên li Osloyê û hevdîtinên di navbera 2013-2015’an de tune bihesibînin. Li gel ku gelek pirsgirêk hebûn jî lê di navbera salên 2013-2015’an de tu kes nehate kuştin. Em jî li gel vê ne. Em çareseriyê, demokrasî û azadiyê diparêzin. Bêguman em hiqûqa birêz ocalan jî diparêzin.”
(AS/AY)