Di çarçoveya lêpirsîna Serdozgeriya Komarî ya Tekîrdagê de di saetên sibê de bi awayekî hemwext bi ser gelek malan de hatine girtin. Hatiye ragehandin ku di çarçoveya lêpirsînê de bi îdiaya ku “endamên rêxistinê ne” 4 jê ji Çanakkaleyê nêzî 30 kesan hatine desteserkirin.
Li gorî nûçeya Ajansa Mezopotamyayê diyar bûye ku Hevserokê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ê Bajêr Omer Farûk Kiriç, rêveberên HDP’a Bajêr Seza Buyukkiliç, Tûrgût Haskan û Hevserokê Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) yê Bajêr ê Berê Veysel Kûtlûay li Çanakkaleyê, rêveberê Partiya Jinûve Avakirinê ya Sosyalîst (SYKP) ê Navçeyê Mehmet Akyurek jî li navçeya Keşan a Edîrneyê hatiye desteserkirin.
Kesên hatine desteserkirin dê bibin Tekîrdagê.
Hatiye diyarkirin ku li Tekîrdagê jî di nav kesên hatine desteserkirin de hevserokên berê û rêveberên niha hene. Di dosyaya lêpirsînê de biryara nepen heye.
Navên hin kesên hatine desteserkirin wiha ne:
“Hîlmî Karaoglan, Zubeyde Karaoglan, Serkan Karaoglan, Senem Ozbey, Servet Taşkin, Mehmet Akyurek, Sîbel Kayikçi, Cezmî Yaman, Rahmî Dîrek, Ayla Eroglû, Omer Farûk Kiriç, Denîz Erdem, Seza Buyukkiliç, Veysel Kûtlûay, Tûrgût Haksal.”(AY)