Ji bo nûçeya tirkî / ingilîzî bitikîne
Di çarçoveya lêpirsîna bûyerên Kobanîyê de ku Serdozgeriya Komarî ya Enqereyê daye destpêkirin vê sibê bi ser gelek malan de hatiye girtine. Serdozgeriyê derbarê 91 kesî de li 13 bajaran biryara desteserkirinê daye û ji wan 46 kes hatine desteserkirin.
Bajarên Mersîn, Edene, Stenbol, Amed û Riha jî di nav de li gelek bajaran hevşaredarên berê yê Partiya Demokratîk a Gelan(HDP) di nav de gelek kes hatine desteserkirin.
Li gorî nûçeya Ajansa Mezopotamyayê hin kesên ku hatine desteserkirin navên wan weha ne:
Hevşaredarê Akdenîzê yê berê Fazil Turk, xebatkarên Şaredariya Akdenîzê yên berê Hasan Çat, Selamî Turan û Ulfiye Özcan, xebatkarê Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê parêzer Metîn Kilavuz, Hesapgirê HDPê yê berê Zekî Çelîk. Rêveberê HDPa Edeneyê Mustafa Bîlgîç, Şefîk Ozbey, Necmettîn Aslan.
Daxûyaniya dozgeriyê
Serdozgeriya Komarî ya Enqereyê têkildarî lêpirsînê daxuyaniyek nivîskî daye. Li gorî daxûyaniyê tê îdiakirin ku kesên di “di bûyerên Kobanê de alîkariya malî kirine, alîkariya madî dane malbatên endamên PKKê yên mirine û birîndar bûne” hatine desteserkirin. (AS/AY)