Ji bo nûçeya Tirkî / İngilîzî bitikîne
Ji 11 rojnamegerên ku bi îdiaya bikaranîna ByLockê programa danûstanê bikar anîne hatibûn desteserkirin 9 ji wan hatin girtin.
Rojnameger di 10ê Tebaxê de di çarçoveya lêpirsîna ku ji hêla Serdozgeriya stenbolê de dihate kirin de hatibûn desteserkirin.
11 rojnameger duh (17 Tebaxê) bi daxwaza girtinê şandin 13emîn Dadweriya Cezayê Sulhê.
Yasîr Kaya (Midûrê Nûçeyan ê berê yê Fenerbahçe TVyê), Omer Farûk Aydemîr (Şefê beşa istixbaratê yê berê yê Ajansa Nûçeyan a Îhlasê), Mûtlû Ozay, Cuneyt Seza Ozkan (Berpirsê Weşanê yê Nûçeyan yê Samanyolû TVyê ku hatibû girtin), Bûrak Ekîcî (Edîtorê înternetê yê Bîrgunê), Mehmet Alî Ay, Mûhsîn Pîlgîr (Nûçegîhanê berê yê Rojnameya Zamanê û Ajansa Nûçeyan a Cîhanê), Saît Gurkan Tûzlû (Nûçegîhanê Ajansa Nûçeyan ê Cîhanê ku hatibû girtin) û Ahmet Feyzûllah Ozyûrt hatin girtin.
Di biryara girtina van kesan de hat diyarkirin ku “ByLock programa danûstandinê ya bikrîpto û nepen bikaranîne ku ev program ji hêla endamên rêxistina terorê ya çekdar FETOyê tê bikaranîn”.
Sekreterê rûpelan ê Rojnameya Vatanê Yûsûf Dûran û nivîskarê berê yê Rojnameya Turkiyeyê Ahmet Sagirli bi şertê kontrola edlî serbest man. Herwiha ji bo Dûran û Sagirliyî biryara “zindanîkirina malê” hat derxistin.
Di 10ê Tebaxê de bi îdiaya bikaranîna ByLockê derbarê 35 rojnamegeran de biryara desteserkirinê hatibû standin lê navê hemû rojnamegeran bi raya giştî re nehatibûn parvekirin. (EA/FD)