Komîseriya Mafên Mirovan a Serbixwe ya Bilind a Iraqê diyar kiriye ku di çalakiyên li dijî hikûmetê yên ketin meha xwe ya 3yan da di Cotmeh û Mijdarê da herî kêm 460 kes hatine kuştin.
Elî Beyatliyê ezayê komîseriyê daxuyanî da medyaya herêmî û agahiyên li ser çalakiyên li Iraqê dewam dikin dan.
Beyatli destnîşan kir ku di çalakiyên li dijî hikûmetê da di Cotmeh û Mijdarê da herî kêm 460 kes hatine kuştin û 17 hezar û 400 kes jî birîndar bûne.
Beyatli diyar kir ku welatê wan ji pêvajoyeke hesas derbas dibe, hêrsa çalakvanan ew ê bi îstifaya Adil Ebdilmehdiyê Serokwezîrê Iraqê daneyne.
Jeanine Hennis-Plasschaerta Seroka Misyona Alîkariya Iraqê ya Neteweyên Yekbûyî (UNAMI) jî do di daxuyaniya xwe da diyar kiribû ku ji cotmehê vir da di protestoyan da ji 400î zêdetir kes hatin kuştin, 19 hezar kes jî birîndar bûn.
Ebdilmehdiyê Serokwezîr ji ber çalakiyên ji 1ê cotmehê vir da li Bexdaya paytext û bajarên li başûrê welêt dewam dikin di 29ê mijdarê da mecbûr mabû îstifa kiribû.
(MB)
*Çavkanî: Haydar Şahin/AA