Ji bo nûçeya tirkî (1) (2) (3) - ingilîzî bitikîne
Di bûyera kuştina Recep Hantaşî de polîsek hatiye girtin.
Serdozgeriya Komarî ya Amedê derbarê bûyerê de lêpirsîn daye dest pê kirin. Du polîs di vê bûyerê de hatine desteserkirin. Polîsên hatine desteserkirin birine Edliyeya Amedê. Piştî ku îfade dane dozgeriyê, bi daxwaza girtinê ew şandine Dadgeha Nobedar. Yek ji van polîsan hatiye girtin. Polîsê de din jî bi ‘şertê kontrola edlî’ hatiye berdan.
Walîtiya Amedê derbarê bûyera kuştina Recep Hantaşî ya ji hêla polîsan ve daxuyaniyek belav kiriye.
Di daxuyaniyê de hatiye gotin ku polîsan Hantaş hişyar kirine da ku bisekine, lê ew nesekiniye. Walîtiyê aşkere kiriye ku du polîs bi daxwaza girtinê şandine dadgehê.
Bixwîne - Hatiye îdiakirin ku li Amedê polîsan xortek kuştiye
Daxuyaniya Walîtiyê wiha ye:
“Roja 14ê Nîsana 2019ê saet li derdora 03.20 deqîqeyan, zanyarî ji polîsan re hatiye ku du kesên rûpoşkirî ketine Sumeparkê. Ekîbên me li ser vê zanyariyê, li nava parkê geriyan e û di vê demê de dîtine ku du kes bi bazdan tên bi ser wan de. Ew hişyar kirine. Gumanbarê bi navê R. Y. xwe radest kiriye, lê R. H. yî xwestiye baz bide. Ji bo hişyarkirinê gule bela jor dane lê gumanbar dîsa jî nesekiniye. Polîsan gule bera wî dane û ew bêbandor kirine.
“Di encama lêgerîna li cihê bûyerê, li bal kesê hatiye hiştin teqteqokek, qalikê guleyên vala, perçeyên gomlegî hatiye bi dest xistin.
“Serdozgeriya Komarî ya Amedê du polîs bi daxwaza girtinê ji bo edliyeyê şandiye. Walîtiya Amedê lêpirsîna îdarî daye destpêkirin.”
HDPyê ji Wezîrê Navxweyî pirsî ye
Semra Guzel, Parlamentera Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ya Amedê kuştina Recep Hantaşî ji Suleyman Soylû, Wezîrê Navxweyî pirsî ye.
Guzelê gotiye, Efe Hantaş, birayê Recep Hantaşî diyar kiriye ku polîsan ji wan re gotiye, wan birayê wî bi şaşî kuştiye.
Parlamentera HDPyê ji Soylûyî pirsî ye û gotiye ku “kujerên Recep Hantaşî yê bi guleyên polîsan hatiye kuştin kî ne? Çend polîs hatine desteserkirin û lêpirsîn di çi qonaxê de ye?”
(EKN/FD)