Ji bo nûçeya Tirkî / İngilîzî bitikîne
Îbrahîm Kalin Berdevkê Serokomariyê duh gotibû ku daxuyaniyên DYAyê yên derbarê piştevaniya Hêzên Sûriyeya Demokratîk de (HSD) ku YPG jî di nav de ye, wê di civîna Lijneya Ewlehiya Milî (MGK) de wê bê nîqaşkirin çêbibin. Digel vê daxuyaniyê di belavoka ku piştî civîna MGKyê hat belavkirin de behsa vê mijarê nehat kirin.
Kalin duh di saetên sibeyê derbarê mijarê de gotibû, “Îro civîna me ya MGKyê heye. Em ê hemuyan li wir binirxînin, em ê paşê jî daxuyaniyên xwe bidin”.
Daxuyaniya MGKyê
Civîna MGKyê duh saet li derdora 16:00ê di bin serokatiya Serokomar Recep Tayyîp Erdoganî de dest pê kir. Piştî civîna ku 3 saet û nîvan berdewam kir belavokek hat aşkerekirin. Di belavokê de wiha hatiye gotin:
“Hêzên Çekdar ên Fermî ên Tirkan li herêma kêmkirina rageşiyê ya li Idlibê ‘erka xwe ya çavdêriyê’ bi serkeftî berdewam kir. Hatiye nirxandin ku heke ev erk li rojavayê Helebê li derdora Efrînê jî pêk were, atmosfera aramî û ewlehiyê wê bi maneya xwe ya rast pêk were.
“Careke din hatiye destnîşankirin ku, rêxistina terorê ya PKK/PYDyê hewld dide xakê bidest bixe û li Sûriyeyê di encama paqijiya etnîk a veşarti de demografiya wir xera dike û ev li dij hiqûqa navdewletî û mafên mirovan e. Hatiye nirxandin ku ev tişt nayê qebûlkirin û Tirkiye ji bo ewlehiya xwe wê di standina her cure tedbîran de berdewam be ku bi taybetî li ser sînor.” (EKN/FD)