Ji bo nûçeya tirkî / ingilîzî bitikîne
Ûtkû Çakirozer, Parlamenterê Partiya Gel a Komarî (CHP) yê Eskîşehîrê Rapora Azadiya Çapemeniyê ya meha Adarê aşkere kiriye. Li gorî rapora Çakirozerî di meha Adarê de rojnameger Olcay Buyuktaş, Nagelan Alçi, Îpek Ozbey, Hakan Aygun, Mûstafa Sonmez jî di nava de nêzîkî sed rojnameger dadgeh bûne.
Muyesser Yildiz, Midûra Nûçeyan a Odatvyê ya Enqereyê, Îsmalîl Dukel, Nûnerê Tele1ê yê Enqereyê û Alî Ergîn Demîrhan, rêveberê sendika.org-ê jî di nav de 16 sal 2 meh cezayê girtîgehê dane 6 rojnamegeran. Cezayê Demîrhanî kirine cezayê pereyan. Lêpirsîn li Yilmaz Ozdîl, nivîskarê rojnameya Sozcuyê û rojnameger Alîcan Ûlûdag vekirine.
Çakirozerî diyar kiriye ku guhdarekî Hazim Ozsû, programçêkerê radyoyeke herêmî li Bûrsayê, bi çekê êrîşî wî kiriye. Ozsû miriye. 25 kesan li Bakirkoyê li ber avahiya Halk TVyê êrîyî Levent Gultekîn, nivîskarê malpera Dikenê kirine. Enver Aysever û Yagmur Kaya, nûçegîhana Arti Gerçekê ya nûçeyên protestoyên Bogaziçiyê amade kiriye jî di nav de 3 rojnameger desteser bûne.
Ûtkû Çakirozerî diyar kiriye ku di heman mehê de malpera ETHAyê û ya Ajansa Mezopotamyayê asteng kirine û li gorî daneyên Komeleya Azadiya Xweîfadekirinê 16 nûçeyên cida asteng bûne. Her weha hesabê Twitterê yê fermî yê CHPyê, mesajên derbarê ekonomiyê yên parlamenterên mixalif û Komeleya Azadiya Xweîfadekirinê hatine astengkirin. (HA/FD)