Ji bo nûçeya Tirkî / İngilîzî bitikîne
Xwendekarên Lîseya Mêran a Stenbolê di rêûrismên roja derçûnê de pişta xwe da birêvebiran û danezanek xwed.
Xwendekaran bi daxuyaniyê bal kişand li ser wê yekê ku birêvebiriyê; naveroka çalakiyên qedîm ên lîseyê daye guhertin, astengan li pêşya bi-dilê-xwe-hilbijartina cilikên jinan didane û panelên li lîseyê dane betalkirin.
Cara pêşiyê ev danezan li 4ê Hezîranê hatibû xwendin
Xwendekarên lîseyan bal kirşandiye ser hin mijarên wek; jikarîderêxistina dersdêr û birêvebiran, cidaxwaziya li hemberî jinan, tengkirina cihên wext borandinê yên dibistanan, betalkirina çalakiyên li dibistanan, bidûrketina ji perwerdeyeka zanistî û pêkanîna çalakiyên dînî.
Lîseyên danezan lê hatine xwendin ev in:
Lîseya Mêran a Stenbolê, Lîseya Anadolûyê ya Beyoglûyê, Lîseya Galatasarayê, Lîseya Kadikoyê, Lîseya Vefayê, Notre Dame de Sion, Lîseya Bakirkoyê ya anadolûyê, Lîseya Ataturkî ya Izmîrê, Beşiktaş, Ankara Gazi, İzmir Fen, Lîseya Atanur Oğuzî ya Weqfa Îstegê, Etiler Anadolu, Pertevniyal, Samsun Anadolu, Cağaoğlu Anadolu, Lîseya Izmîrê ya Çiglîyê ya Fenê, Bornova Anadolu, Lîseya Keçan a Erenkoyê.
(BK/MB)