Fotoğraf: AA
Ji bo nûçeya tirkî / îngilîzî bitikîne
Candan Yuceer, Parlamentera Partiya Gel a Komarî(CHP) bi boneya 12ê Hezîranê Roja Tekoşîna Dijî Karkeriya Zarokan a Cîhanê de daxûyanî daye.
Yuceerê bal kişandiye ser zêdebûne karkeriya zarokan û gotiye, “Li Tirkiyeyê ji 23 mîlyon zarokan 2 mîlyon di nava jiyana karî de ne.”
Yuceerê daneyên Saziya Îstatîstîkên Tirkiyeyê(TUÎK) nîşan daye û diyar kiriye ku ev hejmar derdora 720 hezarî ye û weha gotiye:
“Li Tirkiyeyê di pênc mehên destpêkê yên sala 2021an de 19 zarok û di 8 salên dawî de jî herî kêm 513 zarok di dema karkirinê de mirine.”
“Ji ber şert û mercên nebaş mirinên dema karî yên zarokan li qada çandiniyê, ku herî zêde li wê qadê kar dikin, pêk tê. Ji sedî 64ê zarokên ku karkerên çandiniyê ne temenê wan di navbera 5 û 14an de ne.”
200 hezar karkerên zarok yên sûriyeyî hene
Yuceerê behsa karkerên zarok yên suriyeyî jî kiriye û gotiye, “Li gorî daneyên Rêvebiriya Koçan; di nava welatiyên Suriyeyê yên ku li Tirkiyeyê ne hejmara kesên temenê wan di navbera 10-18an de ne 660 hezar e.”
“Her weha tê texmînkirin hejmara karkerên zarok yên welatiyên Sûriyeyê ne nêzîkî 200 hezarî ye.
(RT/AY)