Ji bo nûçeya tirkî / İngilîzî bitikîne
Li Izmîrê zarokekî bi çeka bavê xwe dileyîst, bi wê çekê xwe kuştiye.
Li parkeka heman bajarî zarokek hatiye birîndarkirin. Bi sûcê birîndarkirinê kesek hatiye desteserkirin û paşê hatiye berdan.
Zarokê bi navê Muhammed Mustafa dema ku li nik pîrika xwe dima dê-û-bavê wî çûne zeviya xwe û karê cotyariyê kirine. Zarok ji mala pîrika xwe çûye mala xwe û bi çeka bavê xwe lîstiye. Zarokî bi wê çekê xwe kuştiye.
Yek ji birêvebirên Weqfa Umutê(Hêvî), Ayhan Akcanî duhî jii bianetê re gotibû “çekên şexsî ji bo tûndkariyê deriyekê vedike.”
Li gor daneyên heman weqfê di 6 salan de 108 zarok bi çekên şexsî hatine kuştin.
(BK/MB)
Wêne: Turgay Konuralp, Izmîr, AA