Fotograf: Wezareta Dadê
Hevserokê Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) ê Êlihê yê berê û endamê Meclisa DBPyê yê berê Mehmet Candemîrê 60 salî, li Girtîgeha Tîpa Lyê ya Espiyeyê ya Gîresûnê miriye. Di 14ê Tebaxê dîsa girtiyê nexweş ê bi navê Îbrahîm Yildirimê 68 salî li Girtîgeha Hejmara 1ê ya Ewlehiya Bilind a Elezîzê miribû. Yildirim ji sedî 96 kêmendam bû û ji tehliyebûna wî re 10 roj mabûn.
Li gorî daneyan, rewşa 651an jê giran, hezar û 517 girtiyên nexweş hene ku ji ber raporên Saziya Tiba Edlî (STE), ew nayên tehliyekirin.
Yek ji wan Aysel Tûglûk e. Siyasetmedara kurd Aysel Tûglûk a bi nexweşiya demansê ye, tevî raporên xwe yên nexweşiyê jî, ji ber rapora STEyê ya gotiye, "dikare di girtîgehê de bimîne" tehliye nabe. STEya li dijî tehliyekirina Tûglûkê raporan dide ji bo Çevîk Bîrê bersûcê doza 28ê Sibatê, yê bi heman nexweşiyê ye, gotiye "Ew nikare di girtîgehê de bimîne". Piştî vê raporê, dadgehê biryara tehliyekirina Çevîk Bîrî daye.
Li gorî nûçeya Fethî Balamanî ya di Ajansa Mezopotamyayê de hatiye weşandin, di 8 mehan de 43 girtî, di girtîgehan de an jî piştî serbest bûne bi demekê li derve, mirine.
Navê girtiyên jiyana xwe ji dest dane wiha ne:
* Mûrat E. yê li Girtîgeha Tîpa Myê ya Wanê girtî bû di 13ê Çileyê de bi awayekî biguman mir.
* Yilmaz Ekînciyê 28 salî yê ji navçeya Hîzanê ya Bedlîsê ku di Tîrmeha sala borî de bi îdiaya "birîndarkirinê" hatibû girtin û li Girtîgeha Aydin a Tîpa Eyê bû, hate îdiakirin ku di 13yê Çileyê de xwe kuştiye.
* Ramazan Tûranê 70 salî ku li Girtîgeha Wanê ya Ewlehiya Bilind di hucreya yek kesî de dihat ragirtin, di 21ê Çileyê de mir. Hate îdiakirin ku dilê Tûranî sekiniye û miriye.
* Hate îdiakirin ku Emrah Çalişirê li Girtîgeha Kandirayê girtî bû, di 26e Sibatê de dilê wî sekiniye û miriye.
* Sefa Korçe ku li Girtîgeha Tîpa Fyê ya Kurkçuler a Edeneyê girtî bû, di 29yê Çileyê de dilê wî sekiniye û miriye.
* Mehmet Hanîfî Bîlgîn ku 30 sal bûn girtî bû û ji berdana wî re 5 meh mabûn, di 30ê Çileyê de li Girtîgeha Tîpa Fyê ya Bolûyê miriye. Rêveberiya girtîgehê, derbarê mirina Bîlgînî de ji malbata wî re gotibû ku Bîlgîn ji ber "krîza dil" miriye.
* Girtiyê nexweş Turgay Denîzê 39 salî yê rewşa wî ya tenduristiyê giran bû li Girtîgeha Metrîsê girtî bû. Piştî rewşa wî giran bûye, birine Nexweşxaneya Yedîkuleyê. Denîz di 2yê Sibatê de li nexweşxaneyê miriye.
* Girtiyê edlî Ercan Ekeyê 43 salî ku li Girtîgeha Şakran a Alîaga girtî bû, di 5ê Adarê de bi awayekî biguman miriye. Hate îdiakirin ku di pêşotopsiya Ekeyî de şopên derban li serê wî hene.
* Îsa Yaşarê 57 salî yê li Girtîgeha Tîpa Tyê ya Keskînê ya Kirikkaleyê girtî bû, di 6ê Sibatê de miriye. Rêveberiya Girtîgehê îdia kiriye ku ji ber ji nişka ve dile Yaşarî sekiniye.
* Şahîn Adanûrê li Girtîgeha Tîpa T a Anamûra Mêrsînê girtî bû, ji ber vîrûsa koronayê (Kovîd-19) di 12ê Sibatê de miriye.
* Mûsret Mûglayê 84 salî ku ji ber pere xistibû hesabê xwe yê li Bank Asyayê hatibû girtin, di 13ê Sibatê de li Girtîgeha Tîpa Tyê ya Manîsayê miriye.
* Girtiyê nexweş ê rewşa wî giranYûsûf Bekmezcî yê 82 salî ku li Girtîgeha Tîpa F a Kiriklarê girtî bû, di beşa nexweşiyên giran de piştî 47 rojan hate dermankirin, di 20ê Sibatê de miriye.
* Girtiyê edlî Sezer Alanê li Girtîgeha Tîpa Syê ya Îdirê girtî bû, di 20ê Sibatê de bi awayekî biguman miriye.
* Taner Işildakê li Girtîgeha Tîpa Myê a Bîlecîkê girtî bû, di 23yê Sibatê de bi awayekî biguman miriye.
* Hate îdiakirin ku Alî Kayaê li Girtîgeha Tîpa Dyê a Denîzliyê girtî bû, di 25ê Sibatê de li odeya lê dima miriye.
* Bedrî Çakmakê li Girtîgeha Tîpa Dyê ya Amedê girtî bû, di girtîgehê de bi nexweşiya penceşêra mîdeyî ketibû û salek mabû ku cezayê wî xelas bibe, di 11ê Adarê de miriye.
* Hayrî Karaşê li Girtîgeha Tîpa Dyê a Amedê girtî bû, ji ber nexweşiya penceşêra rûvî piştî hate berdan 10 rojan di 15ê Adarê de miriye.
* Sînan Kayayê li Girtîgeha Tîpa Syê ya Îdirê girtî bû, di 20ê Adarê de bi awayekî biguman miriye.
* Şervan Can Guderê li Girtîgeha Tîpa Fyê a Wanê girtî bû, di 22yê Adarê de miriye. Rêveberiya girtîgehê îdia kiriye ku dilê Guderî sekiniye.
* Ûmût Bûlûtê 17 salî ku li Girtîgeha Tîpa Tyê a Elezîzê girtî bû, di 23yê Adarê de bi awayekî biguman miriye.
* Nexweşê penceşêrê Abdo Baranê 82 salî ku li Girtîgeha Tîpa Myê ya Mîdyadê girtî bû, di 24ê Adarê de li nexweşxaneyê miriye.
* Reşat Altinbaşê li Girtîgeha Vekirî ya Sîlîvriyê girtî bû. Di 24ê Adarê de ji ber nexweşê penceşêrê bû cezayê wî hatibû taloqkirin lê piştî tehliyekirina wî bi hefteyekê, ew miriye.
* Mehmet Sevînçê li Girtîgeha Tîpa Tyê a Manîsayê girtî bû, di 7'ê Nîsanê de, xwîn çûye ser mejiyê wî û miriye.
* Ferhan Yilmazê li Girtîgeha Tîpa Lyê ya Hejmara 5an a Sîlîvriyê girtî bû, di 12ê Nîsanê de bi awayekî biguman miriye.
* Girtiyê nexweş Mehmet O. yê li Girtîgeha Tîpa Eyê ya Antalyayê girtî bû di 19ê Nîsanê de bi awayekî biguman miriye.
* Alî Nûrî Bakirê li Girtîgeha Tîpa Fyê ya Kandirayê girtî bû, di 22yê Nîsanê de ji ber dilê wî sekiniye miriye.
* Seyît Şahînê li Girtîgeha Tîpa Lyê ya Panosê girtî bû, di 26ê Nîsanê de bi awayekî biguman miriye.
* Yûsûf Akmisirê li Girtîgeha Tîpa Fyê ya Bolûyê girtî bû, di 8ê Gulanê de bi awayekî biguman miriye.
* Girtiyê nexweş Abdûllah Eceyê 73 salî ku li Girtîgeha Tîpa Fyê ya Kiriklar a Îzmîrê girtî bû, ew ji ber nexweşiya koronayê birine nexweşxaneyê lê di 14ê Adarê de miriye.
* Ferhat Doganê li Girtîgeha Tîpa Tyê ya Tarsûsê girtî bû, di 15ê Gulanê de bi awayekî biguman miriye.
* Y.E.Y. ku li Girtîgeha Tîpa Myê ya Ceyhanê girtî bû, di 20ê Gulanê de bi awayekî biguman miriye.
* Siddik Ûgûrê li Girtîgeha Tîpa Tyê ya Qubîna Êlihê girtî bû di 25ê Gulanê de bi awayekî biguman miriye.
* Hakan Kaşarlioglû ku li Girtîgeha Tîpa Dyê ya Denîzliyê girtî bû di 4ê Hezîranê de miriye. Rêveberiya girtîgehê îdia kiriye ku dilê Kaşarlioglûyî sekiniye.
* Kadîr Karademîrê li Girtîgeha Tîpa Lyê ya Panosê girtî bû, di 12ê Hezîranê de bi awayekî biguman miriye.
* Fethî Unê li Girtîgeha Tîpa Tyê ya Kocabaş ê Denîzliyê girtî bû, di 13ê Hezîranê de ji ber xwîn çû ser mejiyê wî miriye.
* Osman Alî Yilmazê li Girtîgeha Vekirî ya Tîpa Syê ya Bodrûmê girtî bû, di 10ê Tîrmehê de bi awayekî biguman miriye.
* Meryem Serçe ya li Girtîgeha Tîpa Lyê ya Sakaryayê girtî bû, di 11ê Tîrmehê de bi awayekî biguman miriye.
* Girtiyê nexweş Mehmet Saît Demîrozê li Girtîgeha Tîpa Tyê ya Odemîşê girtî bû, di 17ê Tîrmehê de miriye.
* Kadri Ekîcîyê li Girtîgeha Ewlehiya Bilind a Hejmara 2yan a Amedê girtî bû, di 21ê Tîrmehê de bi awayekî biguman miriye.
* Mehmet Yilmazê li Girtîgeha Tîpa Eyê ya Rihayê girtî bû, di 24ê Tîrmehê de bi awayekî miriye.
* Taner Atmaca ku li Girtîgeha Tîpa Myê ya Êlihê girtî bû, di 29ê Tîrmehê de bi awayekî biguman miriye.
* Girtiyê nexweş Îbrahîm Yildirimê 68 ku ji sedî 96 kêmendam bû, li Girtîgeha Hejmara 1ê ya Ewlekariya Bilind a Elezîzê girtî bû. Ji bo tehliyebûna Yildirimî 10 roj mabûn û ew di 14ê Tebaxê de miribû.
* Endamê Meclîsa Partiyê yê DBPyê yê berê Mehmet Candemîrê li Girtîgeha Tîpa Lyê ya Espiye ya Gîresûnê girtî bû, di 15ê Tebaxê de miriye. Hatiye îdiakirin ku dilê Candemîrî sekiniye.
(FD)