Ji bo nûçeya tirkî / îngilîzî bitikîne
Navenda Dokumasyonê ya Weqfa Mafên Mirovan a Tirkiyeyê(TİHV) rapora xwe ya Binpêkirina Azadiya Xweîfadekirinê, Birêxistinbûn û Kombûnê aşkere kiriye. Rapor di navbera 1ê meha Kanûna Paşiyê û 31 Tebaxê de hatiye amadekirin.
Pirtûka nehatîye çapkirin jî hatiye qedexekirin
Rapora Weqfa Mafê Mirovan ya Tirkîyeyê ya ku di heşt mehên sala 2020an da li Tirkîyeyê binpêkirinên xweîfadekirin, civîn û birêxistinbûnê destnîşan dike, bi vekolîna daxuyanî û raporên çapemenîya dîtbar, sazgehên pisporî û pîşeyan û sazgehên din yên mafên mirovan hatiye amadekirin.
Li gor raporê, binpêkirinên di navbera 1ê Kanûna Paşîn ya 2020an heta 31ê Tebaxa 2020an bi vî awayî hatine rêzkirin
38 rojnamevan û nivîskarek hatine girtin. 17 rojnamevan ketine girtîgehê, 9 rojnamevan bi şertê kontrola adlî serbest hatine berdan.
53 nûçe, 75 malperên înternetê, 2 rûpelên înternetê, 5 hesabên sosyal, 59 naverokên înternetê û 143 navnîşanên înternetê bi biryara dadgehê hatin astengkirin.
Bi îdîaya “heqareta li Serokkomarî” herî kêm 24 kes hatine girtin, sê kes ketine girtîgehê û ji bo kesekî lêpirsîn hatiye destpêkirin. Kesekî ku ji ber vê yekê doz lê hatiye vekirin, ne bi madeya 299an ya ku sûcê heqareta li Serokkomarî dîyar dike lê bi madeya 125an ya sûcê heqaretê 5 meh cezaya hepse lê hatiye birîn.
Dozên 18 hunermendan ku bi sedema “propagandakirina rêxistinê”, “heqareta li Serokkomarî” hwd. vebûbûn berdewam kirin, dadgehê dozname pejirand ku ji bo 2 hunermendan hatibûn amadekirin.
Hêzên ewlehîyê midaxileyî herî kêm 637 civîn û çalakîyan kirine, 1346 kes bi kiriyarên mîna êşkence û miameleyên xerab yên dîtir hatine girtin, 54 kes birîndar bûne û 1 jê zarok 9 kes ketine girtîgehê.
Walîtîyê li 33 wîlayetan ya kêmtirîn 2 roj, ya dirêjtirîn 30 roj, 89 caran hemû civîn û çalaki betal kirine. Walîtî û qeymeqamîyan herî kêm 24 fealîyet qedexe kirine.
79 kesên ku bi hevşaredarî, endamê meclîsa şaredarîyê û muxtarî hatibûn hilbijartin hatine girtin. 16 kesên ku ji bo birêvebirîyên herêmî hatibûn hilbijartin ketine girtîgehê.
284 HDPyî, 7 DBPyî, 2 EMEPî, 10 ESPyî, 5 Partîya Dahatûyêyî, 1 CHPyî, 4 EHPyî, 1 SYKPyî bi gişî 314 endam û birêvebir hatine girtin. 69 HDPyî, 2 DBPyî, 1 CHPyî, 1 SYKPyî bi gişî 73 endam û birêvebirên partîyan ketine girtîgehê.
Ji endam û birêvebirên komele, weqf û sendîkayan herî kêm 160 kes hatine girtin, 70 kes ketine girtîgehê, 73 kes bi şertê kontrola adlî hatine berdan.
Bi sedemên “alîkarîya rêxistinê”, “propagandakirina rêxistinê” û “ endamtîya rêxistinê” herî kêm 675 kes hatine girtin, 72 kes ketine girtîgehê, 117 kes bi şertê kontrola adlî, 19 kes bi şertê hepsa malê hatine berdan.
2 bajar, 11 navçe û 2 bajarok bi gişî 14 şaredar ji alîyê Wezareta Karên Navxweyî ji peywirê hatine stendin û ji cîhê wan qeyûm hatin tayînkirin. Şaredarê bajarekî ji alîyê Wezareta Karên Navxweyî ji kar hatiye dûrxistin, şaredarekî navçeyekê ji ber ku hikmê cezayê lê hatîye birîn, mebateya wî ji alîyê Lijneya Hilbijartinê ya Bilind ve hatiye betalkirin.
3 Parlementer ji ber biryara dadgehê ya misoger parlementerîya wan hatiye betalkirin.
Ji bo parlementerekî AKPyî 1 fezleke, ji bo 6 parlementerên CHPyî 9 fezleke, ji bo parlementerekî DBPyê 12 fezleke, ji bo 37 parlementerên HDPyî 135 fezleke û ji bo parlementerekî Partîya ÎYÎyê 4 fezleke hatine amadekirin. (AS/AY)