Fotogarf: Oznur Çalik / Parlamentera AKPyê (Twitter)
Ji bo nûçeya tirkî / ingilîzî bitikîne
Prof. Dr. Yekta Saraç, Serokê Lijneya Hindekariya Bilind (YOK), beşdarî civîna Komîsyona Lêkolîna Tundkariya Li Ser Jinan a Meclîsê bûye û li vir behsa xebatên YOKê kiriye.
Saracî gotiye ku ji sala 2014an û vir ve zanîngehan ji ber sûcê “taciza li ser jinan” îxrackirina 60 akademîsyenan kiriye û wan jî ev daxwaz pesend kirine. Sacarî diyar kiriye ku bi tenê 8 kes ji ber tacîza devkî û îdia nehatiye ispatkirin bi cezayên hindik hatine cezakirin. Yekta Saracî ji bo helwesta YOKê ya derbarê tacîza zayendî de wiha gotiye: “Lê em weke YOKê bi vî çawî li mijarê dinêrin, heke tacîza zayendî pêk hatibe bêyî ku cezakî kêmtir bibirin, yekser em ê biryara ixrackirinê pêk bînin.”
Beşên piştgiriyê yên li dijî tacîza zayendî hene
Saraçî her weha gotiye ku li zanîngehan beşên piştgiriyê yên li dijî tacîza zayendî û êrîşa zayendî hene û hejmara van beşan 31 e. Prof. Dr. Yekta Saraçî destnîşan kiriye ku piştî ew di sala 2015an de bûye Serokê YOKê wî hejmara navendên lêkolînên jinan ji 58an derxistiye 113an.
“Divê adakemîsyenên jin zêdetir di karên birêvebirinê de cih bigirin”
Saraçî di dewamiya axavtina xwe de diyar kiriye ku ew ji bo akademîsyenên jin zêdetir di karên birêvebirinê de cih bigirin hewl didin û ew di her civîna rektoran de dibêje ku qet nebe bila di nava namzetên dekaniyê de jinek hebe. Saraçî gotiye, ew difikirin ku ji bo yek ji alîkarên rektoran bibe jin, ew ê kar bikin.
Li zanîngehan ji sedî 49 xwendekar jin in
Saraçî di civînê de behsa hejmara xwendekarên li zanîngehan kiriye û gotiye ku ji 8 milyonan zêdetir xwendekar û 270 hezar dersdar hene. 129 zanîngehên dewletê, 74 zanîngehên weqfan û 4 jî peymangehên weqfan hene.
Li gorî zanyariyên Saraçî dane di beşên pêş-lîsansê de bêhtirê xwendekaran jin in lê di yên lîsans, master û doktorayê de hejmara mêran bêhtir e. Zanyarî rêjeya jinan bi sed ji 49an a mêran jî bi sed ji 51an aşkere kiriye.
Serokê YOKê her weha gotiye ku li Tirkiyeyê bi tenê 17 jin weke rektor li zanîngehan kar dikin. (AA/KO/FD)