Fotograf: Pixabay
Ji bo nûçeya tirkî bitikîne
Komîteya Xaçasor a Navneteweyî(ICRC/KXN) aşkere kiriye, li tevahiya cîhanê di 6 mehên ewil yê şewba Covîd-19ê de li dijî sîstema tenduristiyê, nexweş û karmendên tenduristiyê ji 600î zêdetir tundkarî, tacîz û demxekirin pêk hatiye.
Li gorî daxuyaniya KXNyê di 1ê Sibat û 31ê Tîrmehê de ji 40î zêdetir welatan de 611 bûyerên tundkariyê, tacîz û demxekirinê hatiye tomarkirin.
Ji sedî 20ê bûyeran tûndkariya laşî, sedî 15 “ cûdaxwaziya ji tirsê” û ji sedî 15an jî ji êrişa devkî û gef xwarinan pêk hatiye.
Di daxuyaniyê de ji welatên weke Afganistan, Komara Afrîkayê ya Navîn, Pakistan, Kolombiya, Bangladeş û Filîpîn bûyerên tundkariyê yên têkildarê sîstema tenduristiyê, nexweş û karmendên tenduristiyê mînak hatiye ravekirin.(TP/AY/FD)we